'Azadiya jina Kurd azadiya mirovahiyê ye'

  • 15:27 11 Tîrmeh 2019
  • Rojane
ŞENGAL - Meclîsa Tevgera Jinên Ezîdî bi boneya bi nêzikbûna salvegera fermana 3'ê Tebaxê ya li ser Kurdên Êzidî komcivînek li dar xist û piştî komcivînê daxwuyani hat dayin. 
 
Meclîsa Tevgera Jinên Ezîdî bi boneya bi nêzikbûna salvegera fermana 3'ê Tebaxê ya li ser Kurdên Êzidî komcivînek li dar xist û piştî komcivînê daxwuyani hat dayin. Komcivin li Xanesorê li meclîsa giştî ya Xanesorê hat kirin. Piştî komcivînê bi kombûna jin û ciwanan daxwûyani ji ali Endama Rêveberiya Meclîsa TAJÊ  Ferîde Şengal hat xwendin.
 
Em weke Tevgera Azadiya Jinên Êzidî fermana di 3'ê Tebaxa 2014'an de li Şengalê hat kirin, şermezar dikin. Em hemû cangoriyên azadiyê bi rêzdarî bi bîr tînin. Em ê li dijî fermanan bibin yek û bibin deng û çalakiya tolhildana hemû jinan.Di dirêjahiya dîroka hezar salan de her tim  Êzîdî rastî ferman û di asta herî jor de rastî êrîşan hatine. Di sedsala 21' emîn de  çand, bawerî û nasnameya Êzidiyan tune bikin. Bi qetilkirina jin, zarok û yên pîr di sedsala 21'emîn de sûcê mirovahiyê hat kirin. Her ola mislimantiyê li ser Êzidiyan hat ferzkirin. Bi şervanên azadiyê re serkeftina dirokî di şoreşa Rojava de pêş ket û zilm û dagirkerî binket. Ezdiyati cewherê esasî ya gelê herême yê, ji ber wê yêkê armanca hêzên faşîst ew bû kû vî gelî ji ser xaka xwe ya qedîm dûr bixin û bêveger bihêlin. 
 
Loma fermanek ewqas dijwar pêk anîn. Ev ferman bû sedema êşek pir kûr. Weke ku Rêber Apo dibêje; “Em ê êşa xwe veguherînin hêza rêxistinê û mezinkirina têkoşînê”. Îro di vê rêyê de jinên Êzîdî dimeşin êdî jinên Êzîdî bûne hêza xweparastinê û hêza xwerêxistinêkirinê. 
Herî dawî bi serkeftina şervanên azadiyê û dawî lêanîna DAÎŞ'ê mizginiya tolhildana jinên Êzîdî pêkhat,  ew jî bû çavkaniya hêvî û bi destxistina baweriyê. Zihniyeta DAÎŞ'ê dewam dike. 
 
Di heman demêde bi hezaran jinên ku hatin dîlgirtin û hîn jî çarenûsa wan ne diyar e di milê saziyên navnetewî û mafê mirovan de pêwîst e bi lezgînî li ser rewşa wan bê sekinandin, bêne rizgarkirin û hemû rastî  derbikevin holê. Sucdarên mirovahîyê divê bêne mehkumkirin û darizandin.L i ser wan bingehan bangavaziya me ji hêzên navnetewî re ew e ku komkujiya li ser Êzidiyan weke jinoside bide naskirin û qebûlkirin.Xiyanetek dîrokî wekî hêzên PDK  divê hesabên xwe bidin û carêke din nekevin xaka Şengalê."