Şandeya HDP'ê li Licê ye

  • 13:24 11 Tîrmeh 2019
  • Rojane
AMED – Şandeyek HDP’ê ji bo geşedanên li gundên navçeya Licê ku operasyonên eskerî pêk tên lêkolîn bike çû herêmê. 
 
Li gundên Banaderan, Merdinya, Koçeran, Denglava û Tûtê yên girêdayî navçeya Licê ya Amedê operasyona eskerî hatibû destpêkirin û duh eskeran gule li gundiyan barandibû û zeviyên gundiyan şewitandibûn. Li herêmê operasyon didome. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo li gundan lêkolîn bike şandeyek şand Licê. Şandeya Parlamentera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosun û Hevserokê Rêxistinê HDP’ê ya Amedê Zeyyat Ceylan jî di nav de îro serê sibehê çûn Licê. 
 
Hat zanîn ku wê şandeya HDP’ê ewil biçe gundê Tûtê û li vir lêkolînan pêk bîne.