Li Qamişloyê Baxçeyê Zarokan hat vekirin
- 12:38 11 Tîrmeh 2019
- Rojane
QAMIŞLO - Bi pêşengtiya Desteya Jinê Baxçeyê Zarokan li Qamişloyê hat vekirin. Derbarê mijarê de Seroka Desteyê Rûken Ehmed got: "Ji bo em wekî saziyên jinê bikaribin hemû jinan tevlî xebatan bikin em derfetan jê re diafirînin. Armanca me rehetiya jin û zaroka ye."
Li Taxa Bişêriyê ya Şerqî ya Kantona Qamişloyê bi pêşengtiya Desteya Jinê û bi beşdarbûna gelek kesî Baxçeyên Zarokan hat vekirin. Deriyê Baxçeyê Zarokan ji aliyê dayika berxwedêr Feysel, Fatima Casim ve hat vekirin.
'Erka me ye em ji daxwazên jin û zarokan re bibin bersiv'
Paşê Seroka Desteya Jinê Rûken Ehmed axivî. Rûkenê got: "Hem pêdiviya zarokan hem jî ya dayikan bi projeyek wiha hebû. Wekî tê zanîn şoreşa jinê bi pêşengtiya jinan tê naskirin.Ji bo em wekî saziyên jinê bikaribin hemû jinan tevlî xebatan bikin em derfetan ji wan re ava dikin û diafirînin. Di demên borî de derfet ji jinan re nedihat avakirin, zehmetî dikişandin û mehkûmê malbatê bûn. Ji bo em vê yekê bidin guherandin erka me ye em ji daxwazên jin û zarokan re bibin bersiv."
Dayika Berxwedêr Feysel Fatima Casim jî vekirina Baxçeyê Zarokan pîroz kir û got: "Ev zarok zarokên vê civakê ne, dayikên wan ji bo zehmetiyan nekişînin em ê her piştigiriyê bidin projeyên ji bo xizmeta jinê."
Şahiya vekirinê bi dirûşmeyên "Jin jiyan azadî" û belavkirina şêraniyê hat bi dawîkirin.