Li Londonê azadiya çapemeniyê hat nîqaşkirin
- 11:16 11 Tîrmeh 2019
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Londonê di konferansa azadiya çapemeniyê de Amerîka jî di nav de helwesta welatên rojavayî hat rexnekirin. Brîtanya Mezin jî pêşniyar kir ku li welatên azadiya çapemeniyê binpê dike pêkanîn bê ferzkirin.
Li Londonê Konferansa Azadiya Çapemeniyê hat lidarxistin. Konferans bi hevkariya Kanadayê pêk hat û ji sed welatî bi dehan wezîr û zêdeyî hezar û 500 rojnamevan û akademîsyen tevlî bûn. Di konferansê de hat ragihandin ku London wê ji bo desteka hiqûqî û ewlekariya rojnamevanan budçeyek ji 3 milyon sterlîn veqetîne. Ji bo saziyên medyayê yên serbixwe jî wê piştgiriya ji 15 milyon sterlîn bê pêşkêşkirin.
Di konferansa azadiya çapemeniyê de Wezîrê Karên Derve yê Brîtanyayê Jeremy Hunt axivî û diyar kir, welatên ku kiryarên xerab li dijî rojnamevanan tê kirin divê xwe li encamên wê yên dîplomatîk jî rabigire. Jeremy kuştina Cemal Kaşikçi li Tirkiyeyê, girtina rojnamevanan li Çîn û Vîetnamê û kuştina rojnamevanan li Meksîkayê ji aliyê çeteyan ve bi bîr xist û diyar kir, wê bi Kanadayê re koma xebatê ya hevpar bê avakirin.
Parêzer û parêzvana mafên mirovan a navdar Amal Clooney li konferansê axivî û bi taybetî bal kişand ser gotinên Serokê Amerîkayê Donald Trump ên li dijî rojnamevanan. Amal, diyar kir, gotinên Trump rojnamevanên li gelemperiya dinyayê dixin nava rewşeke metirsîdar.