Girtiyên li girtîgeha Bayburtê hîna nehatine dermankirin

  • 09:07 11 Tîrmeh 2019
  • Rojane
MÊRDÎN - Vesîle Yuksel a ji Girtîgeha Tîpa M ya Bayburtê tahliye bû, diyar kir ku zextên li ser girtiyan roj bi roj zêde bûne û wiha got: “6 girtiyên 145 rojan di grevê de mane hîna nehatine dermankirin. Gelek ji van girtiyan laşê wan diwerime.”
 
Girtîgeha Bayburtê ku bi binpêkirinên mafan tên rojevê hat hînbûn ku girtiyên ketibûn greva birçîbûnê jî nehatine dermankirin. Hat hînbûn ku 6 girtiyên 145 rojan di grevê de mane roja grev bi dawî bûye rakirine nexweşxaneyê, mînakên xwînê girtine û serûm danê. Vesîle Yuksel a bi keça xwe ya 5 salî Arînê re ji girtîgeha Bayburtê tahliye bû, pirsgirêkên ku girtî dijîn vegot.
 
Vesîleyê bi lêv kir ku zextên li girtîgehan roj bi roj zêde dibin û got ji bo pêvajo bê şopandin divê parêzer û komîsyonek biçe girtîgehê.
 
‘Dema stran bê gotin cezayê ‘dirûşmeyê’ didin’
 
Vesîleyê destnîşan kir ku zext roj bi roj zêde dibin û wiha got: “Ji bilî hewadankê me tu tiştek nedidît. Di korîdoran de nedihiştin em li girtiyên din binêrin, em silavê bidin hev. Arînê jî nikaribû silav bida. Dema silav bihata dayîn 3 gardiyanî pêşî digirt. Li ser piyan jimartin dikirin. Bi ser koguşan de digirtin. Di bi navê lêgerînê de her tiştê me, cil û berg, kevçî, çetel û sinî dibirin. Hevalan li hewandakê stran digotin, girtek digirtin. Name dihatin desteserkirin.”
 
‘Bi îdareyê re têkilî nedihat danîn’
 
Vesîleyê her wiha bi lêv kir ku di navbera îdareya girtîgehê û girtiyan de tu têkiliyek nedihat danîn û ev tişt anî ziman: “Midûrê girtîgehê digot ‘ez nûner qebûl nakim. Bê jî ez ê rûnim ew ê jî li ser piyan biaxive. Roj bi roj ev pêkanîn zêde dibûn.”
 
‘Roja ewil fasuleyên hişk dan girtiyên ji grevê derketin’
 
Vesîleyê balkişand ser rewşa girtiyên ji grevê derketine û wiha pê de çû: “Girtiyên 145 rojî di grevê de man serûm jî li wan nexistin. Di pêvajoya grevê de 3 mehan şekir jî nedan girtiyan. Girtiyên ketin grevê roja ewil ji me veqetandin. Ava fêkiyan nedihat, şekir 3 mehan nehat. Mast du mehan nehat. Tiştên di pêvajoya grevê de dan me jî bîhn jê dihat. Me dewê wan dirijand. Piştî grev bi dawî bû, girtî birin nexweşxaneyê, lê tenê xwîn ji wan girtine. Serum jî lê nexistine. Heman rojê du hevalên me ji ber rewşa wan xirab bû dîsa birin girtîgehê. Lê ji ber kelepçe dernexistin, bêyî dermankirin dîsa anîn girtîgehê. 6 girtiyên 145 rojan di grevê de man, roja ewil fasuleyên hişk dan wan. Gardiyanan dest danîn ser reçeteyên doktoran. Tevî gelek dem derbas bû girtî hîna nehatine dermankirin.”