Meles Tekîn a 74 salî ya rapora ‘dikare di girtîgehê bimîne’ danê êdî nikare bimeşe

  • 09:05 11 Tîrmeh 2019
  • Rojane
MÊRDÎN - Jina bi navê Meles Tekîn a ji ber cezayê wê teqez bûbû hat girtin û salek û 3 mehe di girtîgehê de ji ber nerehetiya xwe nikare bimeşe. Wezareta Dadê ji bo Melesê got ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ û serlêdana parêzeran ya ‘berdana bi kontrol’ jî her tim tê redkirin.
 
Meles Tekîn a 74 salî li Mêrdînê bi hinceta 4 sal û 2 meh cezayê wê teqez bûye di Nîsana 2018’an de hat girtin û şandin girtîgehê, piştre jî surgunî Girtîgeha Xarpêtê hat kirin. Meles ji ber pirsgirêkên dijî her tim dibin revîrê û ji bo rapora Saziya Tipa Edlî (STE) 4 caran daxwazname da. Melesê raporên xwe yên nexweşxaneyê jî şand û wezareta Dadê her carê bersiva ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ da. Meles ya ku salek û 3 mehe girtiye, rewşa wê her diçe xirab dibe û nikare bimeşe.
 
Meles ku ewil sewqî Edeneyê kirin, rapora STE’ê 5 meh şûnde di meha cotmeha 2018’an de gihaşt girtîgehê. Di raporê de hat gotin ku ‘dikare di girtîgehê de bimîne’. Bi rapora hat amadekirin re, serlêdana parêzeran a ‘berdana bi kontrol’ û ‘hepsa malê’ hat redkirin. Parêzeran ji bo îtîrazê jî serlêdan kirin lê ew jî hat redkirin.
 
‘Ji ber nikare bimeşe bi asansorê dibin’
 
Meles ku hewcedariyên xwe yên rojane bi piştgiriya hevalên xwe yên koguşê dike, nexweşiya wê ya dil, sîng, tansiyon û şekir heye. Her tim tansiyonê wê bilind dibe, ji du rojan carê derdikeve revîrê û di laşê wê de werimîn çêbûye. Amîna Tekîn ku di rojên borî de çû hevdîtina dayika xwe diyar kir ku rewşa dayika wê her diçe xirab dibe û wiha got: “Moralê wê jî ne wek berê ye. Salek û 3 mehe girtiye. Gelek nexweşiyên wê hene. Nikare xwarinên xwe bixwe. Nikare li xwe binêre. Hevalên wê lê dinêrin. 4 caran rapora xwe şand Enqereyê. Herî dawî parçe jê girtin. Rewşa wê ne baş e. Nikare tu hewcedariya xwe bîne cih. Girtî xwarina wê didên û serê wê dişon.”
 
‘Dema birine nexweşxaneyê destê wê kelepçe kirine’
 
Amînayê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku herî dawî dema dayika wê dibin nexweşxaneyê cendermeyan xwestiye destê wê kelepçe bike û wiha dawî lê anî: “Destên wê zer bûbûn û dileriziya. Di hevdîtina dawî de jî bi asansorê anîn. Du gardiyanan alîkarî dayê û anîn. Êdî nikare bimeşe. Wek berê nikare biaxive. Baş nabihîze. Mehê du caran dibin nexweşxaneyê. Dema birine nexweşxaneyê leşkeran xwestiye wê kelepçe bikin. Wê jî qebûl nekiriye. Şer kirine. Herî dawî dest jê berdane. Divê emeliyat bibe û bi diyalîzê ve bê girêdan. Lê dayika min naxwaze li girtîgehê emeliyet bibe. Bila ji bo wê tiştek bê kirin. Me bi dehan carî ji bo berdana bi kontrol serlêdan kir lê qebûl nekirin.”