Zeynep Unat: AKP bi şer emrê xwe dirêj dike
- 09:02 11 Tîrmeh 2019
- Rojane
ŞIRNEX - Hevseroka HDP'ê ya Şirnexê Zeynep Unat, operasyonên Tirkiyeyê yên li dijî herêmê nirxand û bang li hemû kesan kir ku rabin ser piyan û ev tişt got: “Îktîdara AKP’ê tim bi şer dixwaze li ser nigên xwe bisekine. Ji ber vê jî Tirkiyeyê imhaya, topyeken û qirkirinê wek polîtîka daniya ber xwe. Polîtîkayên şer ên AKP’ê bi salan in didomin.”
Operasyona “Pençe” ya Tirkiyeyê bi daxwaza “serweriya xwe li ser axa Iraqê bide avakirin” di 27’ê Gulana 2019’an de li herêma Biradost a Herêma Kurdistana Federal da destpêkirin, mehek pişt xwe hişt. Şerê Herêma Kurdistana Federal, bi pevçûnan û bomberabanê berdewam dike. Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Şirnexê Zeynep Unat, operasyonên Tirkiyeyê yên li dijî herêmê nirxand. Zeynep, bêdengiya Rêvebiriya Herêma Kurdistan û Iraqê rexne kir û bang hemû gelan kir ku li dijî vî êrîşê bêdeng nemînin.
‘Îktîdara AKP-MHP jî îro li ser dijminatiya kurdan xwe heyî dike’
Zeynep, anî ziman ku operayonên ji hewayî û bejahî tên kirin tu carî nayê qebûl kirin û wiha got: “ Şer û operasyonên ku duh li Efrînê pêk anîn dixwazin ku îro jî li Bakûrê Kurdistanê pêk bînin. Bi taybetî jî nêzîkatiya dewleta tirk tim wisa ye. Cihên ku destkeftiyên kurdan hene û cihên ku kurd lê dijîn dewlet êrîş dike. Îktîdara AKP-MHP jî îro li ser dijminahiya kurdan xwe heyî dike. Ji ber operasyina Pençeyê gelek kesî jiyana xwe ji dest dan û gelek jê jî birîndar bûn. Her wiha gelek zeviyên gel hatin şewitandin û zirar dîtin.”
‘Êrîşên ku beriya hilbijartinan tên kirin ne tesaduf e’
Zeynep, destnîşan kir ku êrîşên li dijî Efrînê jî beriya hilbijartina 24’ê Hezîranê hatiye destpêkirin û îro jî êrîşa li hember Herêma Federal a Kurdistanê beriya hilbijartina 23’ê tê kirin û wiha domand: “Ev êrîşên ku beriya hilbijartinan tên kirin ne tesaduf e. Dema mirov lê dinêre bloga AKP-MHP beriya hemû hilbijartinan taktîka şer bi kar tîne. Lê tu carî bi ser nakeve. Îktîdara AKP’ê dixwaze ku xwe bi şer li ser nigan bigire. Lê belê ev şer dê rojekê bi dawî bibe û îktîdara AKP’ê jî dê ji holê rabe. Bi şerê ku beriya hilbijartinê jî da destpêkirin dixwaze ku dijminatiya kurd û tirkan ava bike. Lê îktîdara AKP’ê dîsa weke her carê têk çû. Îktîdara AKP’ê êdî ketiye qozîkê û nikare rabe ser xwe. Ji ber vê jî Tirkiyeyê imhaya, topyekûn û qirkirinê wek polîtîka daniya ber xwe. Êrîşên li hemberî Başûrê Kurdistanê berdewamiya polîtîkaya tunekirina kurdan a ku hikûmeta AKP’ê bi salane didomîne ye. Tehemulî destkeftiyên kurdan nakin û hewl didin bi şer deskeftiyan tune bikin, an jî dixwazin destkeftiyên kurdan bi dest bixin. Lê belê gelê kurd zêdetir bi têkoşîn, ziman, çand û dîroka xwe ve girêdayîye û xwedî derdikeve.”
‘AKP emrê xwe dirêj dike’
Zeybep, diyar kir ku piştî 4 salan bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtin tên kirin ve operasyonên ku tê kirin gelek balkêş e û wiha dewam kir: “Dewleta tirk siyaseta çareseriyê napejirîne û di siyaseta şer de israr dike. AKP bi şer emrê xwe dirêj dike. Di hevdîtinên ku bi Birêz Ocalan re hatin kirin de Birêz Ocalan daxwaza avakirina aştiyê kir. AKP jî çareseriyê ji şer dibîne.”
‘Ev êrîş li dijî hemû kurdan tê kirin’
Zeynep, di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku divê gelê kurd êrîşa li hemberî Herêma Federal a Kurdistanê baş bixwîne û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ev êrîş ne bi tenê li dijî Bakûrê Kurdistanê tê kirin, ev êrîş li dijî hemû kurdan tê kirin. Ji ber vê jî divê têkoşînek yekbûyî pêk bê. Divê kurd bi hev re li dijî polîtîkayên dagirker derkevin. Em neçarin ku bi hev re tev biherin û têbikoşin. Her wiha em bang li hemû partiyên dinê jî dikin ku xwedî li Bakûrê Kurdistanê derbikevin.”