ROJEVA 11'Ê TÎRMEHA 2019'AN
- 09:00 11 Tîrmeh 2019
- Rojev
*Jina ku bi salan e têkoşîna guhertina zihniyetê dide meşandin niha di heman demê de li dijî paşverûtiyê jî li berxwe dide. Jina Ereb a bi navê Şemsa Bekir bi lêv kir ku ew bi têkoşîna xwe hînî ajatina motosikletê bûye, bi vî awayî alîkariya mirovan jî dike, di heman demê de mamostetiyê dike û wiha got:"Ji ber di nava civaka Ereb de zihniyetên paşverû zêde ne û bi taybet zextê li jinan dike loma jiyan dijwartir dibe. Min her xwest van qaliban bişkînim. Ez hînî motosikletê bûm û min bi vî awayî xwest ku ez alîkariya mirovan jî bikim." DÎMEN HEYE
*Hevseroka HDP'ê ya Şirnexê Zeynep Unat, operasyonên Tirkiyeyê yên li dijî herêmê nirxand û bang li hemû kesan kir ku rabin ser piyan û ev tişt got: “Îktîdara AKP’ê tim bi şer dixwaze li ser nigên xwe bisekine. Ji ber vê jî Tirkiyeyê imhaya, topyeken û qirkirinê wek polîtîka daniya ber xwe. Polîtîkayên şer ên AKP’ê bi salan in didomin.” DÎMEN HEYE
*Di hilbijartina xwecihî ya 31'ê adarê de HDP li Qereyaziyê bi ser ket. Hevşaredara Qereyaziyê Melîke Goksu diyar kir ku bi têkoşînê jin hebûna xwe li Qereyaziyê da qebûlkirin û wiha got: "Ji bo xebat û nîşandana rengê jinê têkoşîneke bi hev re hewce ye. Em bi xwe bawer in, em ê bi gelê xwe re navçeya xwe bi rê ve bibin." DÎMEN HEYE
*Jina bi navê Meles Tekîn a ji ber cezayê wê teqez bûbû hat girtin û salek û 3 mehe di girtîgehê de ji ber nerehetiya xwe nikare bimeşe. Wezareta Dadê ji bo Melesê got ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ û serlêdana parêzeran ya ‘berdana bi kontrol’ jî her tim tê redkirin.
DÎMEN HEYE
*Vesîle Yuksel a ji Girtîgeha Tîpa M ya Bayburtê tahliye bû, diyar kir ku zextên li ser girtiyan roj bi roj zêde bûne û wiha got: “6 girtiyên 145 rojan di grevê de mane hîna nehatine dermankirin. Gelek ji van girtiyan laşê wan diwerime.”DÎMEN HEYE
*Meral Daniş Beştaş a HDP’î polîtîkaya derve ya Tirkiyeyê û operasyonên derveyî sînor nirxand û anî ziman polîtîkaya derve di heman demê de li hember Kurdan e û wiha got: “Ev operasyon nikare bê qebûlkirin. Bi bombebarankirina sivîlan dikujin, komkujiyan dikin. Li ku derê dibe bila bibe wê Kurd li qadên jiyanê wek welatê azad û wekhev bijîn û wê teqez wê bi ser bixin.”DÎMEN HEYE
* Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven diyar kir ku di bingeha serkeftinê de kesên ku jiyana xwe feda kirin hebûn û wiha got: "Em bi çalakiya xwe bi ser ketin lê ji bo jiyaneke bi demokratîk em ê têkoşîn û berxwedana xwe bidomînin." DÎMEN HEYE