Meclîsa Jinan a Şaredariya Silopiyê starta planên stratejîk da

  • 08:35 11 Tîrmeh 2019
  • Rojane
ŞIRNEX - Meclîsa Jinan a Şaredariya navçeya Silopiyê li ber avahiya şaredariyê starta planên stratejîk bi daxûyaniyekê da. Hevşaredara Şaredariya Silopiyê Adalet Fîdan, di daxûyaniya hat dayîn de ev tişt got: " Li hemû taxan xebatên anketên 'Jin çi dixwazin' em ê bikin û em dixwazin ku hemû jin di anketan de pêşniyarên xwe bînin ziman."
 
Meclîsa Jinan a Şaredariya navçeya Silopi ya Şirnexê, li ber avahiya şaredariyê starta planên stratejîk bi daxûyaniyekê da. Hevşaredara Şaredariya Silopiyê Adalet Fîdan û endamên meclîsên şaredariyê tevlî daxûyaniyê bûn. Beriya start bê dayîn, civîna meclîsê çêkir û di derbarê projeyên jinan de pêşniyar hatin kirin. Piştî civîna ku   hat kirin li ber avahiya şaredariyê daxûyanî hat dayîn. Daxûyanî Hevşaredara Şaredariya Silopiyê Adalet Fîdan da. 
 
Adalet, anî ziman ku ew di hilbijartinên herêmî ya 31'ê Adarê de bi dirûşmeya "Em ê bajarê xwe bi hev re bi rê ve bibin" derketine ser rê û wiha got: "Piştî hilbijartinê 6 mehan bernameya stratejîk a şaredariyê tê çêkirin. Em jî îro bi meclîsa jinan re hatin  gel hev û civîna xwe girt. Biryara xebatên jinên çawa bên kirin, çawa bên birêve birin û naveroka wê çawa bibe nîqaş hatin kirin. Me jî wek meclîsa jinan hin biryar girt. Di bernameya stratejîk de biryarên ku hemû civakê eleqeder dikin hene. Lê belê em gelek baş dizanin ku lingên civakê yên herî girîng yek jê jin û ciwan in. Biryarê jinê dîsa em ê bi jinan re bibînin. Em ê bi pirsên 'Jin bajarekî çawa dixwazin? Plan û projeyên çawa dixwazin?' li ser vê bixebitin. Em ê di demekê nêz de xebat û rêyek çawa bişopînin bi gelê xwe re parve bikin. Em ê li hemû taxên Silopiyê anketan çê bikin. Her wiha em ê dîsa li hemû taxan civînên jinan li dar bixin û bi jinan re bên gel hev. Em îro nikarin li ser  navê gelê xwe biryarê bidin. Gelê me çi bixwaze em ê wê bikin. Ji ber vê jî em ê di rojên pêşiya me de plan û projeyên ji bo jinan parve bikin."
 
Adalet, di dawiya axaftina xwe de bang hemû jinan kir ku li taxan xebatên anketê ku bê kirin de hemû pêşniyarên  xwe bînin ziman.