Li Licê operasyon: Gule li ser gundiyan barandin

  • 16:01 10 Tîrmeh 2019
  • Rojane
AMED - Helîkopteran gule li gundiyên ku li gundê Banaderan ê Licê di nav zeviyên xwe de dixebitîn barand. Gundiyê bi navê Onûr Vûral ku ji ber gulebaranê birîndar bû, ji aliyê leşkeran ve hat girtin û nayê zanîn ku ew birine kur. Her wiha hat angaştkirin ku li gundên Merdinya, Koçeran û Denglava jî şer derketiye.
 
Leşkerên ku duh êvarê gundê Banaderan ê navçeya Licê ya Amedê kirin bin dorpêça xwe, li bejahiya gund operasyon dan destpêkirin. Di operasyona ku bi piştgiriya hewayî didome de gule li gundiyên ku li nav zeviyên xwe dixebitin hatin barandin. Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatin bidestxistin, gund duh êvarê hatiye dorpêçkirin û ji helîkopteran gule li gundiyên ku li nav zeviyên xwe dixebitin, hatine barandin. Ji ber van gulebarandinê gundiyê bi navê Onûr Vûral ku ji ber gulebaranê birîndar bûye, ji aliyê leşkeran ve hatiye girtin û nayê zanîn ku ew birine kur. Gund hê jî di bin dorpêça leşkeran de ye û destûra ketin û têketin gund nayê dayîn. 
 
Di nav rojê de leşkeran agir berdaye bejahiya gund û destûr nadin ku gundî agir vemirînin. Her wiha destûr nehatiye dayîn ku agirkuj jî mudaxaleyî agir bikin. 
 
Operasyon hîn didome
 
Hat ragihandin ku li gundên Merdinya, Koçeran û Denglava jî operasyon hatiye destpêkirin û gund jê têketin û derketinê re hatine qedexekirin. Her wiha hat angaştkirin ku maşîneyeke zirxî wesayîtekî gulebaran kiriye û di encama bomberana hewayî de 2 HPG'iyan jiyana xwe ji dest daye. Li gundê Merdinya û Denglava zeviyên genim ji aliyê leşkeran ve hatin şewitandin û destûr nehat dayîn ku agir bi wesayîtên agirkujiyê bê vemirandin. Tê gotin ku operasyona li van her du gundan hê jî didome.
 
Du kes kirin bin çavan
 
Li aliyê din li gundê Tûtê welatiyê bi navê Mehmet Kapan û kurê xwe Mehmet Alî Kapan ji ber ku agir di zeviyên geniman de vemirandine, ji aliyê leşkeran ve hatine binçavkirin û birine Licê.