Leyla Guven îro li meclîsê sond xwar
- 14:42 10 Tîrmeh 2019
- Rojane
ENQERE - Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê Leyla Guven îro li Lijneya Giştî ya Meclîsê sond xwar.
Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê Leyla Guven îro li Lijneya Giştî ya Meclîsê sond xwar. Leyla ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ketibû greva birçîbûnê. Di roja 79'an a greva birçîbûnê de Leyla hat tehliyekirin. Leyla ku greva birçîbûnê li mala xwe dewam kir bi banga Abdullah Ocalan di roja 200'î de greva birçîbûnê bi dawî kir.
Piştî greva birçîbûnê Leyla Guven li nexweşxaneyê hat tedawîkirin û piştre tabûrcû bû. Leyla ya ku di 24'ê Hezîranê de wekî parlamenter hat hilbijartin îro li Lijneya Giştî ya Meclîsê sond xwar.