Jehra ji Santralên Termîk ên Silopiyê derdikeve du kes kuşt
- 14:37 10 Tîrmeh 2019
- Rojane
ŞIRNEX - Di navbera gundên Bêsbin û Çatikaş a navçeya Silopiyê de, Santrala Termîk a Silopiyê ji ber jehra ku belav dike welatiyên bi navê Sêvê Tan û Selahattîn Karaaslan jiyana xwe ji dest dan.
Di navbera gundên Bêsbin û Çatikaş a navçeya Silopî ya Şirnexê de Santrala Termîn a Silopiyê ku girêdayî Koma Enerjî ya Cînerê ye, jiyana hemû zindiyan dike bin xetereyê. Lîsansa berhema ku cara yekem di sala 2004’an de hat girtin, di sala 2015’an de jî santrala unîta 3’emîn hat avakirin û ji du kulekan çêbûye.
Beriya bi salan li heremê santaral ji ber ku faaliyetan bi rê ve dibe li navçeyê nexweşiya dil û qanserê gelek zêde bû û jinên ku ducanîne jî zarokên xwe winda dikin hejmara wan zêde bû.
Li gor agahiyên hatin girtin ji ber jehra ku ji santralê derdikeve li gundê Bêsbinê welatiyên bi navê Sêvê Tan û Selahattîn Karaaslan beriya 4 rojan jiyana xwe ji dest dan. Çavkaniyên herêmî anîn ziman ku ew gelek bi fikar in ji ber jehrê mirin zêde bibin.