Di nav 21 wezîran de tenê 3 wezîrên jin hene

  • 14:36 10 Tîrmeh 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji 21 wezîrên hikûmeta Herêma Kurdistanê tenê sê jê jinin.
 
Li Parlamentoya Herêma Federal a Kurdistanê ji 21 wezîran û serokwezîr û cîgirê serokwezîr tenê 3 jê jin in. Wezîra Karûbarên Civakî Kwêstan Mihmed a ji Tevgera Goran, Wezîra Çandinî û Çavkaniyên Avê Bêger Talebanî ya ji YNK'ê û Wezîra Herêm Vala Ferîd a ji PDK'ê ne. 
 
Îro li Parlamentoya Herêma Federal a Kurdistanê Mesrur Barzanî wekî serokwezîr hat hilbijartin û her wiha Qabat Talebanî jî weke cîgirê wî hat hilbijartin. 21 wezîranên hikûmeta nû ya Herêma Federal a Kurdistanê sond xwarin. Heta niha ji bo Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî namzet nehatiye destnîşan kirin.
 
Ji 21 wezîran û serokwezîr û cîgirê serokwezîr tenê 3 jê jin in. Wezîra Karûbarên Civakî Kwêstan Mihmed a ji Tevgera Goran, Wezîra Çandinî û Çavkaniyên Avê Bêger Talebanî ya ji YNK'ê û Wezîra Herêm Vala Ferîd a ji PDK'ê ne.
 
Di kabîneya 8'emîn a hikûmeta Herêma Kurdistanê de tenê wezîrek jin hebû. Ev yek bibû sedema nerazîbûna jinan. Her çiqas hejmarek jin komek avakirîbûn û serdana hizban kirin, ji bo ku di wezîfeyan de hevsengî di nava jin û zilaman de pêk were, lê ev hevsengî pêk nehat.