'Em ê bi berxwedana xwe çanda xwe ji tunekirinê biparêzin'

  • 14:28 10 Tîrmeh 2019
  • Rojane
Tolîn Muhemed
 
ŞEHBA - Bi pêşengtiya Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Efrînê Rêveberiya şûnewaran pêşengeha wêneyan  bi dirûşma "Banga Şaristaniyê" li hola kampa Serdem  a Şehbayê hat lidarxistin.
 
Bi dirûşma "Banga Şaristaniyê" Desteya Çand û Hunerê bi alîkariya Rêveberiya şûnewaran pêşengehek wêneyan di dîroka 7'ê tîrmehê de li hola kampa serdem li dar xistibûn û îro bi dawî bû. Her wiha hemû sazî û dezgehên girêdayî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, Meclîsên Kantona Şehbayê, Gelê Efrîn û Şehbayê beşdarî pêşengehê bûn. Hol bi wêneyên şûnewarên Kantona Efrînê ên ku di encama êrîşên dewleta tirk de hatibû hilweşandin hat xemilandin. 
 
Pêşengeh bi deqeyek rêzgirtin a ji bo têkoşerên azadiyê dest pê kir. Paşê axaftin li ser navê endama Koordînasyona Kongreya Star a Efrînê Hediye Yûsif, li ser navê Hevseroka şûnwaran a Herêma Efrînê Esmahan Ehmed hat kirin. Di axaftinan de wiha hat gotin: "Dagirkeriya dewleta Tirk a li ser şûnewaran bi armanca tunekirina çand û dîroka Efrînê ye, tunekirina şûnewaran sucekî li dijî mirovahiyê ye. Dewleta Tirk bi rêya şûnewaran dixwaze Gelê Kurd qir bike, lê ew nikare çanda me ya kevnar tune bike."
 
Paşê sinevizyonek li ser şûnwarên Efrînê hat pêşkêşkirin. Têkildarî vê mijarê jinên beşdarî pêşengehê bûne nêrînên xwe parve kirin.
 
'Em li hember binpêkirina şûnwarên xwe bêdeng namînin'
 
Hevseroka Desteya Çand û Hunerê Medya Hemdik li ser armanca vekirina pêşengehê axivî û wiha got: "Armanca me bi vekirina pêşengeha wêneyan nirxên xwe yên dîrokî bi bîr bînin, ji bo ji dewleta Tirk û ji hemû dewleta Navnetewî re bibe bersîv em li ser binpêkirina şûnwarên xwe bêdeng namînin. Lidarxistina pêşangehê gavek girîng e."
 
'Armanca dewleta Tirk ew e çanda Gelê Kurd qir bike'
 
Her wiha Endama Kongreya Star a Efrînê Zozan Mustefa jî hestên xwe yên derbarê pêşengehê de anî ziman û got: "Cara yekem li ser xaka Şehbayê pêşengehek wisa tê vekirin, armanca dewleta Tirk di Efrînê de ew e ku hemû şûnwar û tiştên dîrokî bin pê bike, lê tucarî dewleta Tirk nikare çanda me tune bike, em ê tim û tim bi zarokên xwe şûnwarên xwe bidin nasîn û zindî bikin."
 
'Çand hebûna mirova ye'
 
Jina bi navê Nesrîn Hesen jî bang li hemû jinan kir ku xwedî li çand û şûnwarên xwe derkevin û wiha domand: "Wêneyên binpêkirina şûnwarên Efrînê bandorek li ser me kir, lê bila dewleta Tirk zanibe em xwedî îrade û çandek kevnar in, banga me ji hemû jinên kurd re heye ku xwedî li çanda xwe derkevin ji ber ku çand hebûna mirova ye."