Dayikên Aştiyê operasyona derveyî sînor şermezar kirin
- 14:11 10 Tîrmeh 2019
- Rojane
WAN - Li dijî operasyonên ku li herêma Federela Kurdîstanê hatine destpêkirin bertek zêde dibin. Dayikên Aştiyê bertek nîşanî helwesta Barzanî dan û gotin ku xîyanetê bi gelê xwe re neke.
Li dijî operasyonên ku li herêma Federela Kurdîstanê yên ji aliyê TSK'ê ve hatine destpêkirin bertek û nêrazîbûnên gelê kurd berdewam dikin. Li Wanê bi tevlîbûna, rêxistina HDP,DBP û aktîvîstên TJA’yê ji aliyê Meclîsa Dayikên Aşitiyê yên Wanê li ber avahiya HDP’ê daxuyanî hat dayîn.
‘Xiyanetê li gelê kurd neke’
Daxuyanî ji aliyê Endama Meclîsa Dayikên Aşitiyê Zekiye Kaya ve hate xwendin. Zekiyeyê diyar kir ku divê Barzanî dev ji helwesta li dijî gelê xwe berde û wiha got;” Em wekî Dayikên Aştiyê yên Wanê bang li Barzanî dikin ku bila çavên xwe veke. Te li dijî gelê xwe çek rakiriye gelo haya te bi vê helwesta te heye? Tu Kurd î. Tu li gel hikûmeta Tirkiyeyê hevdîtina pêk tîne li dijî gelê xwe tenq û topan radikî çiyayên Kurdîstanê bombebaran dikî. Van tenq û topan li ser çiyayên Kurdîstanê rakin. Barzanî vê xîyanetê li gelê kurd neke. Êdî bes e ji hikûmetê re hevdîtinan neke. Aşitiyê bixwaze nebe sedemê şer. Ev şer dê zirarê bide te jî. Çavê xwe veke û bi gelê xwe re be. Ji bo aşitiya gelê kurd gav biavêjin. Em aştiyê dixwazin”
Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.