Tora Piştevaniya Rojnamegeran li dijî SETA'yê serlêdana sûc kir

  • 11:40 10 Tîrmeh 2019
  • Rojane
STENBOL - Tora Piştevaniya Rojnamegeran der barê rapora SETA'yê de serlêdana sûc kir û rojnamgeran diyar kirin ku belgeya deqkirin û reşkirinê ji aliyê rayedarên dewletê yên herî jor ve hatiye amadekirin, bi vê yekî dixwazin rojnamegeran bitirsinîn. 
 
Tora Piştevaniya Rojnamegeran (GDA), têkildarî rapora SETA'yê serlêdana sûc kir. Endamên GDA û parêzerên wê li Edliyeya Çaglayan a Stenbolê daxuyanî dan û piştre der barê SETA de serlêdana sûc kirin.A Li ser navê GDA Rojnameger Rifat Dogan axivî û wiha got: "Ev rapor li dijî azadiya raman û azadiya îfadekirina rojnamegeran e. Bi armanca ji azadiya raman û îfadeyê mahrum bike hatiye amadekirin. Ev rapor wê wekî rûpela reş derbasî dirokê bibe. Êrîşa li dijî huriyeta rojnamegeran e. Di raporê de 143 kes raste rast hedef hatine nîşandan. Em der barê SETA ya ev rapor amade kiriye serlêdana sûc dikin."
 
'Belge ji hêla rayedarên dewletê ve hatiye amadekirin'
 
Rifat, destnîşan kir ku ew belgeya deqkirinê ye û wiha dom kir: "Bi vê belgeyê azadiya çapemeniya li Tirkiye carek din daniye holê. Serokê sazumankariya SETA'yê Berdevke Serokomar Îbrahîm Kalin e. Serokê Ragihandinê Fahrettin Altun, beriya bê ser kar  Koordînatorê Giştî yê Stenbolê yê SETA'yê û û Cîgirê Koordînatorê Giştî yê SETA bû. Endamê Saziya Polîtîkayên Derve û Ewlehiya Serokomariyê Burhanettin Duran, niha Koordînatorê Giştî yê SETA ye. Em dibînin ku belgeya deqkirin û reşkirinê ji aliyê rayedarên dewletê yên herî jor ve hatiye amadekirin. Ev 'andiç' e. Bi vê yekê xwestine rojnamegeran çavtirsandî bikin. " 
 
Rifat, di dawiyê de da zanîn ku di cîhanê de herî zêde li Tirkiyeyê rojnameger girtî ne. Piştre endamên torê û parêzeran li Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê serlêdana sûc kirin.