‘Gotina Zanîngeha Jinan, jinê ji civakê îzole dike’

  • 10:50 10 Tîrmeh 2019
  • Rojane
ENQERE - Jinan bertek nîşanî nîqaşên zanîngeha jinan da û diyar kirin ku ev gotin îdeolojîke û bi armanca jinan ji civakê îzole bikin pêk tê. Seroka Egîtîm Senê Feray Aytekîn, diyar kir ku ji bo perwerdeya tevlihev bê rakirin pêngav hatiye avêtin.
 
Serokê AKP’ê Tayyîp Erdogan di serdana Japonyayê de daxuyanî da û diyar kir ku li Japonyayê zanîngehên ku tenê jin tê de perwerdeyê dibînin hene û wiha gotibû: “Ev tiştekî girîng e. Li Tirkiyeyê jî divê pêngavek wisa bê avêtin.” Erdogan di vegera Tirkiyeyê de jî bang li YOK’ê kir û got divê pêngavê pêwist bihata avêtin. Jinan bertek nîşanî vê nîqaşê dan û li dijî vê bertekên xwe anîn ziman.
 
Seroka Giştî ya Egîtîm Senê Feray Aytekîn Aydogan got nîqaşa li ser Japonyayê hatiye destpêkirin bê talihî ye û got Japonya jî wek Tirkiyeyê di raporên newekheviya zayendî ya cîhanê de cih girtiye û got: “ Gotinên serokê giştî yê AKP’ê îdeolojîk e. AKP ji roja ewil heta niha jin tune hesibandiye. Dibêje jin û mêr ne wekhev e. Vê xeta zayendperestiyê mezin kir.”
 
‘Ji bo perwerdeya tevlihev rabe pêngava hiqûqî hat avêtin’
 
Ferayê wiha dirêjî da axaftina xwe: “ Piştî hilbijartinên 24’ê Hezîranê bi sererastkirina hat kirin re ji bo rakirina perwerdeya tevlihev pêngav hat avêtin. Mijara heyî mijarek îdeolojîke. Divê em bi awayekî zelal wek jinan li dijî van gotinan derkevin. Rêxistinên jinan, sendîka û saziyên têkoşîna jinan didin li dijî vê nîqaşê helwest girtin. Em vî zimanê zayendperest red dikin. Li dijî vê nêzîkatiya ku jinan ji civakê îzole dike, em Egîtîm Sen û KESK wê têbikoşin.”
 
‘Fikra wekheviyê ji holê radike’
 
Sekretera Hiqûqî ya Peymana Kar a Komî ya SES’ê Aylîn Akçay jî destnîşan kir ku ev polîtîkayên wisa newekheviya jin û mêr ji jiyanê radike û ev gotin jî berdewamiya vê pratîkê ne û wiha pê de çû: “Berê jî em bi nîqaşên otobusa pembe re hatin rû hev. Nîqaşên der barê rakirina perwerdehiya tevlihev jî dişibin vê. Nîqaşên zanîngeha jinan jî dişibin vê. Akademî û zanist yek in. Li zanîngehan jî perwerdeya telihev maf e. Em jin wê li dijî vê newekheviyê têbkoşin. Em bang li hemû jinan dikin ku li dijî vê têbikoşin.”
 
Rojnameger Burcu Yildirim jî bertek nîşanî van nîqaşan dan û daxuyakirin ku jin demek dirêj in li dijî vê zêdetir dengê xwe derdixin û wiha got: “Gotinên Erdogan ên li Japonyayê bi niyeta ku kevçiyek hingiv bidin jinan hatiye kirin. Lê jin di hişmendiya tiştên ku dijîn de ne. Jin êdî sozên vala baş dizanin.”