Qeyûm DÎKASUM veguhert konsepta kafeyê

  • 10:19 10 Tîrmeh 2019
  • Rojane
Rengîn Azîzoglu
 
AMED - DÎKASUM ya girêdayî şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bû û piştî qeyûm hat, sazî girt û kir wek kafeyê. Li şûna ji pirsgirêkên jinan re çareseriyê bibîne, kir cihekî wek rojên jinan, organîzasyona hineyê, çêkirina pasta, xwarinê û firotina wan.
 
Navenda Lêkolîna Pirsgirêkên Jinan a Amedê (DÎKASUM) di 2001’an de ji bo întîxarên jinan yên herêmê lêkolîn bike, pirsgirêkên jinan tespît bike û çareser bike, girêdayî şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hat avakirin. Ekîbeke ku ji pisporên xizmeta civakî, psîkolog, parêzer û operatorên kompîturê pêk dihat bi giştî 10 kes bûn li DÎKASUM’ê xebat meşand. Di bin banê wê de mala şilşoyê, mala tenûrê hat vekirin û her wiha ligel vê gelek perwerdehî jî hatin dayîn.
 
DÎKASUM kirin kafe
 
Piştî qeyûm tayînî şaredariyên DBP’ê bûn, hemû saziyên jinan bi KHK’ê hatin girtin û yek ji van jî DÎKASUM bû. DÎKASUM li Sumperparkê di xaniyekî kevir de faliyetên xwe dimeşand û piştî hat girtin di bin navê Lokal DÎKASUM de bi konsepta kafeyê xebat meşand. Di nav rojê de xwarin hatin çêkirin û ji bo jinên dihatin restorantê xizmet dihat dayîn. Rojên jinan hatin organîzekirin, hine hat organîzekirin, xwarin û paste hatin çêkirin û firotin.
 
Ji bilî mîsyonê hemû dekorasyon jî hat guhertin
 
Ligel mîsyonê dekorasyona wê jî hemû hat guhertin, ji bo wê di hefteyekê de bi hezaran lîra hat xerckirin û veguhertin konsepta haremê. Li xaniyê kevir li navîna wê hewza avê hat çêkirin û li her çar alî rengê zêrîn bal dikşîne. Perdeyên li ser tugrayên osmanî û avîzeyên dîsa li ser tugra hene li odeyê hatine daliqandin. Li mutbexê jî bi dehan qutî alavên mutbexê hene. Hemû fatureyên mala kevir nehatin dîtin, dîroka fatureyan jî du meh berê hilbijartinê hatine birîn. Şaredariya piştî hilbijartina 31’ê Adarê hat hilbijartin, mala kevir girt û ji bo bigihînin mîsyona wê ya berê dest bi xebatan kir.
 
Fatureyên xwe gîhandinê jî wiha ne:
 
*Çêkirina xaniyê kevir 71 hezar û 273 lîra û 89 kuruş
 
*Tîmeke koltux 18 hezar û 762 lîra
 
*Du mase 22 hezar û 882 lîra û 56 kuruş
 
*Tîmek maseyê 12 hezar û 272 lîra
 
*7 heb derî 18 hezar û 172 lîra
 
Bi giştî 72 hezar û 89 lîra û 56 kuruş
 
*Maseyek xwarinê 18 hezar
 
*4 sedîr 48 hezar û 68 lîra 48 kuruş
 
*Du kursî 4 hezar û 908 lîra
 
Bi giştî :74 hezar û 217 lîra û 29 kuruş
 
*Tîma neynikê-1
 
*Saet -1
 
*kursî-6
 
*Sehpa navînê-4
 
*Merş-1
 
*Dolaba pirtûkan-1
 
*Dresuar -1
 
*Bench -1
 
*Neynika dîwar -1
 
Bi giştî 39 hezar û 631 lîra 48 kuruş
 
*Alavên mutbexê (kevçî, çetel, kêr, fîncan, sehan) bi giştî 77 hezar û 408 lîra 
 
*Perda fon 11 hezar û 715 lîra û 52 kuruş
 
*Perda Saçak 2 hezar û 203 lîra 20 kuruş
 
*Ahşap Rustîk 4 hezar û 724 lîra û 72 kuruş
 
*Perda Tul 8 hezar û 478 lîra
 
*Perda stor hezar û 836 lîra
 
*6 heb Braçol 885 lîra
 
*6 heb konsol 601 lîra û 80 kuruş
 
*6 heb kolrenso 717 lîra û 20 kuruş
 
*6 heb sarkit 690 lîra û 30 kuruş
 
*10 kursî 14 hezar û 30 lîra û 20 kuruş
 
Bi giştî 45 hezar û 881 lîra û 94 kuruş