‘Divê şaredariya demokratîk û komunal bikeve meriyetê’

  • 09:16 10 Tîrmeh 2019
  • Rojane
Zeynep Turgut
 
QERS - Jinan bal kişandin ser girîngiya şaredariya demokratîk û komunal ya li Qersê ketiye jiyanê û wiha gotin: “Şaredarî ne qadên rantê ne. Hebûna demokrasiyê ferz e.”
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di hevdîtina 22’ê Gulanê ya bi parêzeran re kiriye de diyar kir ku di mijara rêveberiyên herêmî de li dijî qeyûman tedbîr nehatiye girtin û dibe ku heman rewş dîsa bên jiyîn, di mijara şaredariya komunal, demokratîk de divê pêşketin bên kirin. Jinên Qersê destnîşan kirin ku li bajarên wan divê şaredariyên demokratîk bên avakirin û ji ber vê jî şaredariya HDP’î tercîh kirine.
 
‘Şaredariya MHP’î newekheviyên nîjadperest kir’
 
Jina bi navê Kîne Tosun, bi lêv kir ku armanca avabûna HDP’ê ev bû ku vê modelê pêş bixîne û wiha got: “Di bin siya vê darê de ne tenê Kurd hemû gelên Rojhilata Navîn hene. Bêguman ev projeya Abdullah Ocalan bû. Hebûna şaredariya komunal û demokratîk ferz e. Demên borî de MHP’ê Qers bi rê ve bir. Yekem car HDP’ê Qers girt. Ev ji bo jinan serkeftinek mezin e. MHP’ê li vir di navbera gelan de dijminahiyek mezin kir. Şaredarî bi nîjadperestî bi rê ve dibir. Li taxên Kurdan xizmet nedikir. Divê şaredariyên demokrat û civakên azad ava bibin.”
 
‘Divê gel êdî li alî guherînê dengê xwe bi kar bîne’
 
Jina bi navê Yildiz Taşdelen jî got armanca avabûna HDP’ê di heman demê ji bo avabûna şaredariyên demokratîk pêngavek bû û ev tişt vegot: “Qers bi salan bi nîjadperestiyê hat birêvebirin. Em ji vir in. Lê tu car şaredariyê xizmetek ji me re nekir. Ji bo yekitiya gelên vir tu hewldan tunebû. Şaredariyê durutî kir û xizmet neda gelan. Bêguman divê şaredarî demokratîk e, ev model di şaredariyan de bê mayîndekirin.”
 
‘Divê projeya HDP’ê baş bê fêmkirin’
 
Zehra Erkmen jî bi lêv kir ku divê projeya HDP’ê baş bê fêmkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li Qersê gelek nasname ligel hev dijîn. Lê em nabînin ku gel li hember hev şikestîne. Divê ev baş bê fêmkirin şaredarî ne cihên rantê ne. Abdullah Ocalan ji bo şaredariyên demokratîk nirxandin kiriye û HDP rexne kiriye. HDP’ê ev bi awayekî baş hîna pêk neaniye.”
 
Fîncan Çatakun jî destnîşan kir ku ji bo modela şaredariya demokratîk ava nebe tu sedem tune û wiha dawî lê anî: “Roj bê wê Tirkiye ji bo vê modelê hewl bide. Şaredarî ji gel qut bin wê pirsgirêk mezin bin. HDP cara yekem li Qersê bi ser ket. Hêviya me ev e ku modela şaredariya komunal û demokratîk bi Qersê dest pê bike.”