Nefîse li gel jiyaneke dijwar niha ji bo zarokên xwe yên keç têdikoşe

  • 09:01 10 Tîrmeh 2019
  • Rojane
AMED - Nefîse B. di 16 saliya xwe de bi zorê hat zewicandin û jiyaneke dijwar ji bo wê dest pê kir. Nefîse niha ji bo 3 keçên xwe di nav têkoşînê de ye û bang li jinan kir ku divê jin li dijî şîdet û îstîsmarê bêdeng nemînin.
 
Dayika 3 zarokan Nefîse B. wekî bi hezaran jinên din di temenê biçûk de bêyî ku hevjînê xwe bibînê hat zewicandin. Ji ber ku zarokên keç anîn dinê rastî neheqî, zilm û zordariya hevjînê xwe, civak û malbatê hat. Nefîse li gel jiyaneke dijwar dîsa ji bo her 3 zarokên xwe li ber xwe da û niha ji bo jiyaneke baş a zarokên xwe di nav têkoşînê de ye.
 
Nefîse hêj di 16 saliya xwe de bi zorê hat zewicandin. Piştî zewicî jiyaneke dijwar ji bo wê dest pê kir. Lê şîdeta ku Nefîseyê dît ji hêla malbat û derdorê ve asayî dihat dîtin û Nefîse nedikarî êşa ku dikişîne ji kesên din re qal bike. Nefîse dema 2 zarokên keç anî dinê hêj rewşa wan a aboriyê baş bû. Wê demê hevjînê wê qet eleqe nîşanî malê nedida. Wekî li malê kes najî tev digeriya. Her wiha bi mehan nedihat malê û Nefîse wiha got: "Bi malê re û her wiha bi zarokan re eleqeder nedibû. Min jî ev yek ji malbata xwe re got, lê bertek nîşanî min dan û bawer nekirin. Hevjînê min jî xwe diparast û digot ez esnaf im û têkîliya min bi her kesî re heye." 
 
'Malbatê nehişt doz bê vekirin'
 
Nefîseyê ku 15 rojan li gel bavê xwe yê nexweş ma piştî demekê hîn bû ku hevjînê wê bi yek din re zewiciye û kesa ku pê re zewiciye jî ducanî bûye. Nefîseyê ku xwest doza hevberdanê veke bi zora malbatan û her wiha bi kêmbûna delîlan dev ji dozê berda. Lê li gel poşmaniya hevjîn Nefîseyê, ne xwest bi hevjînê xwe re bijî û Nefîse wiha qala rewşa xwe kir: "Min nedixest ez vegerim malê. Lê min dizanibû ku hevjînê min dev ji têkiliyên xwe yên derve bernade. Ez vegeriyam mala xwe û dîsa şîdetê dest pê kir. Heman têkîlî dom kir. Min ev tişt qebûl nekir û min zorakên xwe hiştin û berê xwe da mala bavê xwe."
 
'Derdora min êşa min fam nekir'
 
Nefîseyê ku dixwest dest bi jiyaneke nû bike, di serî de ji xwe re karek dît. Li gel hewldana Nefîseyê derdor nebaş nêzî Nefîseyê dibû û jê re dibûn asteng. Ji bo Nefîseyê tişta herî zehmet jidûrbûna zarokên wê bû û wiha axivî: "Ez jî dûrî zarokên xwe bûm. Kesî ku şîdet li min kiribe dê li hemberî zarokên min jî şîdetê bi kar bîne û ev tişt her tim di bîra min de bû. Nêzîkatiya civakî ya li hemberî min nebaş bû. Êşa min fam nedikirin. Her tim ji bo min digotin heke kurekî te hebûya ev tişt nedibû. Ev tişt jî şîdeta psîkolojîk a civakê bû. Divê demê de ez dîsa ducanî bûm û keçikek min a din hat dinê. Min tenê zarokên xwe dixwestin. Piştî ku hevjînê min îflas kir û di warê aborî de têk çû careke din berê xwe da cem min. Dîsa ez ji bo debarê dixebitim û min karê paqijiya malan dikir. Lê wekî her car dîsa hevjînê min derewek kir û bazda çû Yalovayê."
 
'Civaka feodal heqeret û zilmê li jinê dike'
 
Êdî ji bo Nêfiseyê jiyan bêhtir zehmet bû û niha ji bo debara 3 zarokên xwe divê bêhtir bixebite. Nefiseyê her roj zaroka xwe ya herî biçûk li cem dayika xwe dihişt û berê xwe dida karê paqijiya malan. Li gel ev qas şîdet û heqeretê dîsa jî Nefise ji bo her sê zarokên xwe yên keç li ber xwe da û Nefîse wiha axivî: "Min çend caran hewl da ku dawî li jiyana xwe binîm. Lê ji bo zarokên xwe min nekarî.  Civakek ev qas feodal heye ku dema jin kurekî neyne dinê ev jin tune tê hesibandin, heqeret û zilm lê tê kirin."
 
'Ez ê ji bo zarokên xwe li ber xwe bidim'
 
Nefîseyê ku di temenê biçûk de ev qas zor û zehmetî jiyaye niha li ser piyê xwe têkoşîna jiyanê dide. Nefîseyê herî dawiyê wiha bang li jinan kir: "Mêr ji bo me ne keyfxweşiyeke û aciziya herî giran e. Divê em jin li hemberî şîdet û îstîsmarê bêdeng nemînin. Niha ez wêrek im lê heta ku ez gihaştim wê astê min gelek eş kêşand. Ez dayika 3 zarokan me û pêwistiya keçên mîn bi min heye. Ez ê ji bo wan li ber xwe bidim."