ROJEVA 10'Ê TÎRMEHA 2019'AN

  • 09:00 10 Tîrmeh 2019
  • Rojane
*DÎKASUM ya girêdayî şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bû û piştî qeyûm hat, sazî girt û kir wek kafeyê. Li şûna ji pirsgirêkên jinan re çareseriyê bibîne, kir cihekî wek rojên jinan, organîzasyona hineyê, çêkirina pasta, xwarinê û firotina wan.
 
*Li hemberî gotina Serokkomar Tayyîp Erdogan a 'Divê li Tirkiyeyê jî wekî Japonyayê zanîngehên taybet ên jinê bên avakirin' bertek zêde dibin. Endama TMMOB'ê Arîn Zumrut diyar kir ku dixwazin li gorî hişmendiya xwe jinê perwerde bikin û her wiha zanîngeh pirsgirêkên heyî çareser nake û divê polîtîka bên guhertin. DÎMEN HEYE
 
*Nefîse B. di 16 saliya xwe de bi zorê hat zewicandin û jiyaneke dijwar ji bo wê dest pê kir. Nefîse niha ji bo 3 keçên xwe di nav têkoşînê de ye û bang li jinan kir ku divê jin li dijî şîdet û îstîsmarê bêdeng nemînin. DÎMEN HEYE
 
*Gurbetellî Ersoz a ku got ‘Heta hawêra jiyana azad neyê afirandin divê xwîn û canê min tune be’, 32 sal temenê xwe bi lêgerîna azadiyê derbas kir. Gurbetellî di têkoşîna azadiya jinan de wek beşa ewil a romana azadiyê têr û tije, jiya.
 
*Coha Avdanê ya Mêrdîn-Serêkaniyê, li Dêrikê li herêma ku derbas dibe, ji bo çêkirina depoyê xebatan dest pê kir. Di bin navê cemawerîkirinê de, xanî û erdên gundiyan wê di bin avê de bimînin û gundiyên nexwestin ji malên xwe derkevin jî serî li riyê hiqûqî dan.
 
* Jinan bal kişandin ser girîngiya şaredariya demokratîk û komunal ya li Qersê ketiye jiyanê û wiha gotin: “Şaredarî ne qadên rantê ne. Hebûna demokrasiyê ferz e.”BI DÎMEN
 
*Jinên ku bertek nîşanî nîqaşên Zanîngeha Jinê dan bi lêv kirin ku ev gotin birdozî ye, ji bo jin ji civakê bê îzolekitin hatiye gotin. Seroka Giştî ya Egitim Sen a Enqereyê Feray Aytekin jî da zanîn ku bi rêziknameya li saziyên dibistana navîn hatiye derxistin bi awayekî hiqûqî ji bo dawî li perwerdeya tevlihev bê kirin, gav tê avêtin. DÎMEN HEYE