Piştevaniya Mor piştgirî da çalakiya Meryemê

  • 15:59 9 Tîrmeh 2019
  • Rojane
EDENE - Çalakiya şermezarkirinê ya Meryem  Karalok li ber Edliyeyê didome. Jinên endamên Piştevaniya Mor piştgirî dan Meryemê û bang li şandeya dadgehê kirin ku “Qanûnên ku we derxistine jinê naparêze."
 
Cerrah Karalok, bi salan e, bi rêk û pêk tundiyê li Meryem Karalok a bi hevre zewicine dike. Meryem Karakol ji bo hevjînê xwe berde berî 5 salan li 7’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Edenê doz vekir. Dadgehê bi hinceta qisûr nehat dîtin daxwaza Meryem Karalok red kir. Meryem li ser vê yekê li pêş Avahiya Xizmetê Hejmar yek a Pêvek a Edliyê dest bi çalakiya şermezar kirinê kiribû. Çalakiya şermezarkirinê ya Meryemê dewam dike. 
 
Meryemê a hîna jî rastî gefên hevjînê xwe yê dixwaze wî berde tê, diyar kir ku rapora derbê ya di destê wê de, têra berdanê dike û ev delîlek mezine.  Mêryemê, da zanîn ku ji bo piştgiriyê wê bang li hemû jinan kiriye, lê tenê endamên Piştevaniya Mor dengê wê bihîstine. Mêryemê daxwaza xwe ya berdena hevjînê û ji bo ku gefên li ser wê bi dawî bibin nû kir. 
 
Endamên Piştevahiya Mor, diyar kirin ku ew li gel Mêryemê bin ev bang li şandeya dadgehê kirin: “Qanûnên ku we derxistine, me jinan naparêzin. Daraz, ji bo jinan edaleta rast bi cih nayîne. Ne tenê ji hev berdanê, cînayetê jî asteng bikin.”