Egîtîm Sen bertek nîşanî 'zanîngeha jinê' da: Dê nehêlin ku pêşeroj di tariyê de bimîne
- 15:46 9 Tîrmeh 2019
- Rojane
ENQERE - Egîtîm Sen li hemberî avakirina zanîngeha jinê berket nîşan da û diyar kir li hemberî serkeftinên jinê heqereteke mezin e û got: "Dê wekî kedkarên perwerdehiyê nahêlin ku pêşeroj di tariyê de bimîne.
Serokkomar û Serokê Giştî yê AKP'ê Recep Tayyîp Erdogan di merasîma mezûniyetê de qala 800 zanîngehên li Japonyayê kir û diyar kir ku di nav wan de 80 zanîngehên jinê hene. Navenda Giştî ya Egîtîm Sen ê bi daxuyaniyek nivîskî bal kişand ser mijrê û diyar kir ku dîsa jin hedef tên nîşandan.
Di daxuyaniya nivîskî de hat diyar kirin ku xwe di guhertina aliyê muhafazakariyê de dîsa jin hedef tên nîşandan û wiha hat gotin: "Erdogan talîmala avakirina zanîngehên jinan da. Ev tişt nîşan dide ku perwerdeya jin û mêr a bi hev re dibînin naxwaze. Her wiha bi gotinekî zanîngeh nayê avakirin. Hikûmeta AKP'ê demek dirêjê di sazî û dezgehên perwerdehiyê de sererastkirinan dike. Dema sereraskirinan dike bi taybetî li li hemberî serkeftinên jinê polîtîkayên dijminatiyê li pêş dixe. Her wiha YOK niha ji bo avakirina zanîngeha jinê dest bi xebatan dike."
Di daxuyaniya nivîskî de hat destnîşan kirin ku li Tirkiyeyê xwendina zarokên keç zehmete û heta zanîngehê xilas dike jî bi pirsgirêkan re rû bi rû dimîne û wiha hat diyar kirin: "Bi avakirina zanîngeha jinê dê gelek guhertinan di nav civakê de çêkin û jin bi jinê re, mêr bi mêr re dê têkiliyên civakî daynîn û her wiha xizmete bi vî rengî dê li pêş bixin. Ev tişt paşverûtiyeke mezin e. Dê di pêşerojê de pîşeyê jinê û qada ku jin dixebete dê ji hêla rolên civakê ve bên zêlal kirin. Dê jin ji qada cemaweriyê bên li dûrxistin. Li hemberî sekeftinên jinê heqereteke mezin e. Em kedkarên perwerdehiyê dê li dijî vê zîhniyetî derkevin û nahêlin ku pêşeroj di tariyê de bimîne."