Platforma Jinan a Şahmeran: Li dijî polîtîkayên bêcezakirinê dê li ber xwe bidin
- 15:05 9 Tîrmeh 2019
- Rojane
MÊRDÎN - Platforma Jinan a Şahmeran a Mêrdinê bal kişand ser qetilkiran jinê û îstîsmara zayendî ya li hemberî zarokan. Platforma jinan diyar kir ku zîhniyeta serdest kujer û êrîşkaran wekî qehreman nîşan dide, lê jin li dijî zîhniyeta serdest dê têkoşîna xwe mezin bike.
Platforma Jinan a Şahmeran a Mêrdînê ji bo balê bikişîne ser qetilkirina jinê û îstîsmara zayendî ya li hemberî zarokan daxuyaniyek dan çapemeniyê. Endamên platformê, Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezîn Mêrdînê Fîgen Altindag, hevşaredarên navçeyan, endamên Komeleya Jinan a Rosa û endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê jî tevlî daxuyaniyê bûn. Daxuyaniya ku li Parka Karayoluyê dê bihata dayîn ji hêla polîsan ve hat dorpêç kirin û ne hiştin ku jin li vir daxuyaniyê bidin. Jinan li ber avahiya KESK'ê ya Mêrdînê daxuyanî dan çapemeniyê. Jinan pankar û dowîzên "Jin jiyane jiyanê nekuje" vekirin.
'Sûcdar bi kêmkirina cezayan azad dibin'
Li ser navê jinan hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya bajarê Mêrdînê û her wiha endama Platforma Jinan a Şahmeranê Eylem Amak daxuyanî xwend. Eylem, diyar kir ku bi tevahiya cîhanê, bi taybetî li Tirkiyeyê û her wiha Mêrdînê polîtîkayên pergala zayedperest dibe sedema kuştinan. Eylem, da zanîn ku sûcdar wekîr her car bê ceza dimînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Polîtîkayên şer û şîdetê her tim dibin sedema taciz, tecawiz, îstîsmar, zext, zordarî, newekhevî û mirin e. Lê tedbirên ku li dijî wan pêkutiyan tê girtin jî kêm in. Kujer bi kêmkirina cezayê azad dibin û betîr dibin sedema qetilkirina jinê."
'Kujer û êrîşkaran wekî qehreman nîşan didin'
Eylem, di daxuyaniyê de bal kişand ser daneyên li Mêrdinê derketine holê û wiha got: "Li Şemrexê 4 zarokên du salan bi îstîsmara zayendî û îşkenceyê re rû bi rû man. Tecawizkarê ku 50 sal cezayê girt, ji hêla dadgehê ve ceza wî hat xirabkirin û bê ceza ma. Her wiha dîsa li Şemrexê jina bi navê Rojda hat qetilkirin û kujer serbet hat berdan û bê ceza ma. Her wiha di hefteya borî li Qoserê jinêk li ber çavê zarokên xwe hat kêrkirin û êrîşkar bang li rojnamegeran kir 'Divê hûn baş dimênê min bigirin'. Ev tişt tê wateya ku zîhniyeta serdest, kujer û êrîşkaran her tim wekî qehreman nîşan dide."
‘Em ê têkoşîna xwe mezin bikin'
Eylemê di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser têkoşîna jinê û wiha axaftina xwe bi dawi kir: "Divê her kes baş bizane ku têkoşîna ku jin û rêxistina jinê dide dê her tim li dijî polîtîkayên dewletê ya bêceza hiştinê dê bidome. Em bang dikin ku divê kujer û êrîşkar bê ceza nemînin. Her wiha têkoşîna me ji bo jiyaneke azad a ji bo zarokan dê bidome. Em ê têkoşîna xwe mezin bikin."