Parlamenter Salîha û Dersim dê derbarê polîsan de gilî bikin
- 11:54 9 Tîrmeh 2019
- Rojane
AMED - Parlamentera HDP’ê Dersim Dag ku bi şêwirmendê xwe re hat binçavkirin û Parlamentera HDP’ê Salîha Aydenîz a polîsan êrîşê wê kir dê derbarê polîsan de giliyê sûc bikin.
Di pêşengiya Meclîsa Ciwanên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de duh li Amedê bi dirûşma “Ji şer re na, em di demokrasiyê de bên gel hev” dê ji ber avahiya Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Peyasê heta Parka Roboskî meş bihata lidarxistin. Li ser biryara Walîtiya Amedê meş hat qedexekirin. Girseyê xwest bimeşin lê polîsan bi tundî mudaxele kir. Di rageşiya qewimî de polîsan parlamentera HDP’ê ya Amedê Dersim Dag û şêwirmenda wê Leyla Akgul û şêwirmendê parlamenter Salîha Aydenîz, Omer Aksoy binçav kir. Piştî saetek di wesayîta binçavkirinê de hatin hiştin berdan. Parlamentar HDP’ê ya Amedê Salîha Aydenîz jî bertek nîşanî helwesta polîsan da, di vê navberê de Salîha bi şîdeta polîsan re rû bi rû ma.
Salîha û şêwirmend Omer Akosy ji bo rapora lêdanê werbigirin çûn nexweşxaneyê û raporên lêdanê wergirtin. Her wiha parlamenter Salîha û Dersim dê derbarên polîs û midûrên wan de giliyê sûc bikin.