Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
- 11:52 9 Tîrmeh 2019
- Rojane
STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo bi miwekîlê xwe re hevdîtin pêk bînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.
Ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Raziye Turgut, Rêzan Sarica, Serbay Koklu û Îbrahîm Bîlmez ji bo bi miwekîlê xwe re hevdîtinê pêk bînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.
Parêzerên Ocalan Rêzan Sarica û Newroz Uysal piştî 8 salan di 2’ê gulanê de, di 22’ê gulanê de, di 12’ê hezîranê de û di 18’ê heziranê de bi miwekîlê xwe re hevdîtin kiribûn.