SODA: Divê polîtîkayên wekheviyê bên pêşxistin ne rojevên sûnî
- 11:48 9 Tîrmeh 2019
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Tora Piştewaniya Civakî der barê axaftina Serokkomar û Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyîp Erdogan de ya avakirina zanîngehên jinan daxuyaniyek da û diyar kir ku li hemberî jinê rojevên sûnî tên derxistin û wiha hat gotin: "Ji bo wekheviya di nav bera jin û mêran de divê polîtîka bên pêşxistin ne rojevên sûnî."
Tora Piştewaniya Civakî (SODA) der barê gotinên Serokkomar û Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyîp Erdogan ya ku 'Li Tirkiyeyê ji bo jinê dê zanîngehên taybet bên vekirin' daxuyaniyeke nivîskî dan û bertek nîşanî gotinên Erdogan dan. Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku fikra avakirina zanîngeha taybet a jinê, li dijî Qanûna Yekîtiya Perwerdê û Hînkariyê ye û li dijî wekheviya di nav bera jin û mêran de ye.
Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku li Japonyayê 100 beriya niha zanîngehên jinê hatibûn avakirin, ji ber ku zanîngehên ku jin û mêr bi hev re dixunîn hatin redkirin zanîngehên jinê hat vekirin û wiha hat gotin: "Lê li Japonyayê newekheviya di navbera jin û mêran de ji holê ranebû. Îro li Japonya newekheviyeke pir mezin di navbera jin û mêran de heye û Japonya di nav 149 welatan de di rêza 110'an de cih digire di mijara newekheviyê de."
'Rola zayendî ya civakî jinê xistiye di nav cendereyê de'
Di daxuyaniya nivîskî ya SODA'yê de hat diyar kirin ku 100 sal beriya niha li Tirkiyeyê perwerdehiya a bi jin û mêr a bi hev re hatiye pratîzekirin û wiha hat diyar kirin: "Niha li zanîngehan ji sedî 46,5 xwendekarên jin hene. Ji sedî 44.4 akademîsyenên jin hene. Li gel vê tiştî dîsa em di nava 149 welatan de di rêza 130'an de cih digirin. Ji ber ku rolên zayendî ya civakî jinê xistiye di nav cendereyê de. Di nav 4 jinan 3 jin nayên îstîhtamkirin. Nikarin ji sûdê xizmetên tenduristiyê bigirin. Peşketina jinê ya qadên cewariyê de tên astengkirin. Di bijartina parlamenter û şaredariyê de gelek pirsgirêkan dijîn û nayên hilbijartin."
'Divê polîtîkayên wekheviyê bên afirandin'
Di dawiya daxuyaniyê de hat aşkerakirin ku nayê fêm kirin ku bi çi armancê zanîngeha jinê hat rojevê û wiha hat gotin: "Ji bilî zanîngehan pirsgirêkên girîng ên jinê hene ku divê dewlet demildest çareser bike. Bêkariya jinê, şîdeta li hemberî jinê, zewaca di temenê biçûk de, bêceza hiştina kûjerên jinê û hwd. Divê dev jî van rojevên vala bihêlin. Divê polîtîkayên wekheviya di navbera jin û mêran de bên afirandin."