'Divê gel li hember kiryarên dagirkeriyê hişyar bin'

  • 09:15 9 Tîrmeh 2019
  • Rojane
Tolîn Muhemed
 
ŞEHBA - Jinên Ereb ên Kantona Şehbayê derbarê êrişên li ser Sûriyeyê axivîn û gotin: "Em parçekirina xaka Sûriyeyê qebûl nakin, divê gel li hemeber dagirkeriyê hişyar bin."
 
Piştî êrîşa dewleta tirk û komên girêdayî wê ya li ser Efrînê bi hezaran kes hatin koçberkirin. Niha êrîşên dewleta tirk ên li ser Rojava didome. Jinên Ereb têkildarî mijarê de nêrînên xwe anîn ziman û gotin:"Divê em her nîjad ji bo axa em li ser dijîn li berxwe bidin û li dijî zihniyeta dagirkeriyê derkevin."
 
'Bi hêza jinê dê wekheviya gelan were avakirin'
 
Endama Şaredariya navçeya Fafînê Selwe Hemed bal kişand ser wekheviya gelan û wiha got: "Vîna jina azad wê hemû pêkhateyên Sûriyê di bin saya projeya Netewa demokratîk bi hev re kom bike. Em ê bi yek rihê û netewî bi hev re bijîn, ew jî wê bibe bersiv ji dijmin re ku bi vîna gelan nikare û bi hêza jina Sûriyê wê wekheviya gelan were avakirin." 
 
'Dive ku dewletên navneteweyî helwestên xwe ji bo Sûriyê zelal bikin'
 
Endama Komîteya lihevanînê Fatima Muhemed li ser bêdengiya dewletên Navnetewî li hember kiryarên ku di Sûriyê de diqewime axivî û got: "Hemû dewlet li hember şerê Suriyê bêdeng mane, xwesteka me ev şer êdî bisekine, em hemû pêkhateyên Sûriyê bi hev re dijîn, tu ferq û cudahî di nava me de nîne. Di dawiyê de em hemû li ser vê xakê mezin bûne."
 
'Em naxwazin welatê me were parçekirin'
 
Fatma di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ew naxwazin xaka wan parçe bibe û wiha dewam kir: "Em naxwazin xaka welatê me were parçekirin, bi rêxistina jinê tu kes nikare erdê me parçe bike. Em jinên Sûriyeyê berxwedaniya xwe didomînin ji bo azadkirina xaka me ji dagirkeriyê. Kesên ku dibêjin em mafê mirovan diparêzin bila rewşa gel di hundir Şehbayê de bibînin, herdem nexweşî belav dibin ji ber ku derman nîne."
 
'Li hember kiryarên dagirkeriyê dê gel hişyar be'
 
Endama Mala Jinê ya Kantona Şehbayê Xedîce El Ahmad diyar kir ku divê gel hişyar bibe li hember kiryarên dagirkeran û wiha domand: "Li hember dagirkeran em rê nedin wan ku xaka me parçe bikin, bi îradeya jina azad wê dagirkerî têk biçe. Hêviya me ew e ku gelê ku koçber bûne em hemû bi hev re vegerin ser xaka xwe û bijîn."