Atolya jinê nikaribûn bigirin: Me berxwe da, em biser ketin

  • 09:08 9 Tîrmeh 2019
  • Rojane
Rengîn Azîzoglu
 
AMED - Jinên diçin Atolyaya Jinan a Hêvî diyar kirin ku dema qeyûm hatiye, hewldane wir bigirin lê wan mudaxale kiriye û gotin: “Me bêyî ku em tiştekî bipên xebat meşand. Em bi hemû jinan re hatin cem hev. Me li berxwe da û em bi ser ketin.”
 
Atolyeya Jinan a Hêvî ya Şaredariya Êlihê ji 2009’an heta niha ji bo jinan di qadên cuda de xebatên atolyeyê dimeşînin. Li Taxa Petrolkent a 20 hezar nivîsa wê heye, atolye hatin avakirin, jin tevlî hilberînê kirin, di qada aborî de jin kirin xwedî qezenc, di qadên îstîhdamê de xebat meşandin. 
 
Perwerdehî tên dayîn
 
Jinên tevlî kursên perwerdehiya pîşeyî bûn, ji qursên cil û bergên jin û zarokan, ji çêkirina merşan, çêkirina pêlîstokan, kuafurî fêde girtin. Jinên tevlî kursan bûn sertîfîka girtin. Piştî kursan ji xwe re kargerî vekirin. Ligel vê civaknasan xizmeta perwerde û şêwirmendiyê dan. Perwerdehiyên rolên zayenda civakî, ragihandin, şîdet û cureyê şîdetê hat dayîn.
 
Ji atolyeyê wêdetir navenda rehabîlîtasyonê ye
 
Atolyeyê ji atolyeyekê wêdetir mîsyona navenda rehabîlîtasyonê girt ser xwe. Di atolyeyê de aktîvîteyên civakî yên weke ger, seyrangeh, sînemayê pêk anîn. Ji bo berhemên hatin çêkirin jî projeyên firotinê pêk hatin. Jin wê tezgahan vekin û nokteyên firotinê biafirînin. Bi vî awayî wê jin dahatuyê bidest bixin.
 
Atolyeya xwe teslîmê qeyûman nekirin
 
Ligel van xebatan Atolye ji bo jinan wateya wê pir cuda ye. Qeyûm di 11’ê Cotmeha 2016’an de tayînî şaredariya Êlihê hat kirin. Piştî qeyûm hat biryar da ku Atolyeya Jinan a Hêvî û hemû saziyên jinan bigirin. Jin li dijî vê biryarê ketin tevgerê. Destûr nedan girtina saziyan. 
 
‘Bila jin li malê rûnenin’
 
Fîkriye Oguz a tevlî atolyeya nexş û dirûnê bû, diyar kir ku 4 sal û nîvan di atolyeyê de xebitiye û wiha got: “Beriya kursê li malê bûm. Gelek fêdeya atolyeyê ji bo min çêbû. Em gelek tişt bûn. Me berhem çêkirin û firotin. Rojên me yên xweş çêbûn. Derdê me hebûna me ji civaknasan re parve kir. Em pirsgirêkên xwe çareser dikin. Em li vir serbest û azad in.”
 
‘Me destûr nedan qeyûm saziyê bigirin’
 
Jina bi navê Songul Akdemîr jî destnîşan kir ku piştî atolye hatiye destpêkirin gelek tişt guheriye û got di atolya merşan de dixebite. Songulê ev tişt daxuyand: “Li malê rûniştin ez bêzar kiribûm. Piştî hatim vir min gelek kes nas kirin. Bixwebawerbûna min zêde bû. Ez li ser piyên xwe sekinîm. Ez pereyê xwe qezenc dikim. Ez lêçûna zarokên xwe qezenc dikim. Di heman demê de em pîşe hîn bûn. Malbata hevjînê min destûr neda xebata min. Lê min serî netewand. Dema qeyûm hat hewl da vir bigire. Lê me berxwe da û destûr neda atolyeya me bigirin.”
 
Jina bi navê Tubanur Taşan jî tevlî atolya kuaforiyê bûye û got: “ Ez hînî pîşe bûm. Min xwest ez pîşeya xwe fêm bikim û bixebitim. Em sibehê saet di 8’an de tên û 5’an de derdikevin. Em ji jinan tu pere nagirin. Jinên rewşa wan nebaş tên vir. Em ji wan re bê pere dikin. Xebata jinan gelek girîng e. Divê jin tu car pasîf nemînin û çalak bin.”