ROJEVA 9'Ê TÎRMEHA 2019'AN
- 09:00 9 Tîrmeh 2019
- Rojev
*Jinên diçin Atolyaya Jinan a Hêvî diyar kirin ku dema qeyûm hatiye, hewldane wir bigirin lê wan mudaxale kiriye û gotin: “Me bêyî ku em tiştekî bipên xebat meşand. Em bi hemû jinan re hatin cem hev. Me li berxwe da û em bi ser ketin.” DÎMEN HEYE
*Meheta G. yê li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiya Gazî Yaşargîl bijîşk bû, zaroka 12 salî îstîsmar kiribû. Metehan G. yê ji îstîsmara zayendî hat girtin, di rûniştina ewil de bi gotina ‘hişê min ne li serê min bû’ sûcê xwe veşart û heyeta dadgehê jî bi hinceta delîlên şênber tune ye biryara beraatê da.
*Ji bo çareseriya pirsgirêkên jinan li Qersê di 3 û 4'ê tebaxê de komxebata jinê dê bê lidarxistin. Hevşaredar Şevîn Alaca diyar kir ku li Qersê cara yekem komxebateke bi vî rengî tê lidarxistin û wiha got: "Em dixwazin di komxebatê de hişmendiyeke hevpar ava bikin."
DÎMEN HEYE
*Zarîfe û helbestkar û şervan Alîşêr ku bi hişmendiya Kurdbûnê bi jîrbûna xwe hevdu temam kirin û bi gotin û çeka xwe têkoşîna vê dan, 82 sal berê bû qurbana îxaneta hevkaran. Piştî komkujiya Koçgiriyê hatin Dêrsîmê û li wir 16 salan bûn pêşengên berxwedanê. Zarîfe û Alîşêr di 9’ê tîrmeha 1937’an de ketin kemîna çar hevkaran.
*Xirbeyên Marînê yên dîrokî yên li Nisêbînê ku bi salan e li ser piyan maye, niha terkî qedera xwe hatine kirin. DÎMEN HEYE
*Di şahiyan de teqandina agirbazan dibe sedema belavbûna tozên bi xeter ku rê li ber penceşêrê vedike û zererek mezin dide xwezayê. Welatiyan anî ziman ku divê firotina agirbazan were qedexekirin. DÎMEN HEYE
*Jinên Ereb ên Kantona Şehbayê derbarê êrişên li ser Sûriyeyê axivîn û gotin: "Em parçekirina xaka Sûriyeyê qebûl nakin, divê gel li hemeber dagirkeriyê hişyar bin." DÎMEN HEYE
*Işik Atadenîz ya otelê dide xebitandin diyar kir ku avahiyên bêpergal, pirsgirêkên binesaziyê û kargeriyên bê kontrolê, nasnameya Bodrumê dike xetereyê û got divê şaredarî û hikûmet baldartir bin. DÎMEN HEYE