'Divê dadgeheke navneteweyî li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê were pêşxistin'
- 08:37 9 Tîrmeh 2019
- Rojane
QAMIŞLO - Encamnameya Komcivîna Navneteweyî ya li ser DAIŞ'ê ya bi navê "Rehend, Astengî û Stratejiyên Rûbirûbûnê" hat aşkera kirin. Di encamnameyê de hat diyar kirin ku ji bo edaletek were pêkanîn, divê dadgeheke navneteweyî li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê were pêşxistin û her wiha roja 23' adarê roja tunekirina DAIŞ'ê rojeke cîhanî be û were peşwazîkirin li tevahî cîhanê.
Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk (NRLS) Komcivîna Navneteweyî ya li ser DAIŞ'ê ya bi navê "Rehend, Astengî û Stratejiyên Rûbirûbûnê" li salona Beylesan a navçeya Amûdê ya Qamişloyê li dar xist. Ji 15 welatên navneteweyî û herêmê yên weke Emîrtiyên Erep ên Yekgirtî, Misir, Urdun, Erebîstana Sûudî, Iraq, Fransa, Kanada, Behriyan, Ewropa, DYA, Sûriye û Tirkiyeyê, bi sedan akademîsyen, siyasetmedar û rojnameger ji beşdarî komcivînê bûn. Komcivîn 3 rojan bi nîqaşên girîng pêk hat. Komxebat bi aşkerakirina encamnameyê bi dawî bû. Encamname ji aliyê Endama Rêveberiya Rojava Ya Lêkolînên Stratejîk Leyla Siwar ve hat xwendin.
200 kesî tevlî komcivînê bûn
Encamnameya Komcivîna Navneteweyî ya li ser DAIŞ'ê ya bi navê "Rehend, Astengî û Stratejiyên Rûbirûbûnê" wiha ye: "Li navçeya Amudê ya herêma Cizîrê komcivîneke berfireh zêdeyî 200 kesî ji diplomasî, lêkolînvan, nivîskar û siyasetmedar ji gelek dewletan û saziyên sivîl amade bûn. Mêvanan di sê rojan de bi hemû cûreyên xwe leşkerî, aborî, civakî, doza jin, siyasî, mafnasî, hatin nîqaş kirin. Mêvanan rola fermandariyê ya ku şervanên YPJ/YPG'ê û QSD'ê di têkbirina DAIŞ'ê di aliyê leşkerî giring dîtin. Nîqaşên girîng derketin holê û biryarên hevpar hatin girtin. Em wek Rêveriya Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk NLRS spasiya tevahî nêrîn û nirxandinên mêvanan dikin.
'Mayînde kirina aramiya li herêmê girîng e'
Li armanca têkbirina DAIŞ'ê, ewlehiya Sûriye û tevahiya Rojhilata Navîn xalên girîng bûn û li ser nîqaşên berfireh hatin kirin li ser van wan xalan li hev hatin.
* Stratejiyeke hevpeş bi koalîsiyona Navnetewî re were kirin ji bo tune kirina DAIŞ'ê di tevahî aliyên siyasî, leşkerî, aborî û çandî.
* Ji bo DAIŞ ji nû ve xwe bi rêxistin neke divê piştgiriya Rêveberiya Xwerseriya Demokeratîk bi hemû aliyan were kirin.
* Tevî qurbaniyên mezin ên Şervanên YPJ/YPG'ê û QSD'ê ji bo parastina herêmê û cîhanê ji çeteyên DAIŞ'ê û rola sereke ya Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhelatê Sûriyeyê ji bo çareserkirina aloziyê tevî ku %30 ji Gelê Sûriyê tevlî civînên çareseriyê nebûn, divê aliyên navnetewî û hêzên navdewletî beşdarbûna Rêveberiya Xweser di Rêveberiya Siyasî ya Bakur û Rojhelatê Sûriyeyê beşdarbûna wê hebe.
* Ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê û herêmê divê rêxistineke demokratîk were pêşxistin ji bo rê girtina li pêşiya rêxistinên terorê û neteweke demokratîk belav bibe a ku dibe modêla herî gonçav ji bo çareserkirin û projeya aştiyê.
* Pêkanîna zagonên Meclîsa aşitiyê a ku girêdana xwe bi tunekirina terorê re heye, ji bo edaletek were pêkanîn, divê dadgehek navneteweyî li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê were pêşxistin, ji bo dadkirina Çete û Malbatên wan ên ku di kampên Rêveberiya Xweser de dijîn û divê alîkariya lojistîk û madî ji aliyê koalîsyona navdewletî were pêşkêş kirin ji bo alîlkariya Rêveberiya xweser.
* Ji ber ku DAIŞ gelek tundî li ser jinan da meşandin û ji bo parastina maf û rûmeta van jinan divê rêxistinek siyasî, hiqûqî û civakî nû were avakirin mafê jinan were mayînde kirin.
* Di encamê tundiya DAIŞ li ser zarokan divê zarok wekî qurbaniyên şer werin mêze kirin û ji bo vê avakirina kesayetên wan û tevlîbûna wan ji civakê re were kirin.
* Divê hemû ol û nirxên exlaqî û civakî yê demokratîk li gorî islamiyeta rast were parastin.
* Ji ber ku civaka Êzîdî û bi taybet jinên Êzîdî rastî komkujiyên DAIŞ'ê hatin, divê dewletên navnetewî vê komkujiyê itîraf bikin di Neteweyên Yekbûyî de.
* Ji ber ku Efrîn di bin dagirkeriya Tirkiyê de û demografiya wê tê guhertin li ser destê grubên radîkal ên ku hevalbendên Tirkiyê ne ev yek berdewamiya rêxistina DAIŞ'ê ye di bin navê komên çeteyan ên cûda. Divê ku têkoşîn li beramberî van komên çeteyan were girtin ji bo mayînde kirina aramiya li herêmê.
* Roja 23' adarê roja tunekirina DAIŞ'ê rojeke cîhanî be û were pîroz kirin li tevahî cîhanê.
Herî dawî xelat ji aliyê navenda Rojava Ya Lêkolînên Stratejîk ji bo kesên beşdarî komcivînê bûn hat diyarî kirin.