Komcivîna Navneteweyî ya NLRS'ê didome

  • 17:04 8 Tîrmeh 2019
  • Rojane
QAMIŞLO - Komcivîna Navnetewî ya bi navê "DAIŞ: Rehend, astengî û stratejiyên rûbirûbûnê", bi maseya dawî didome.
 
Yekemîn Komcivîna Navnetewî bi armanca dadgehkirin û derizandina Çeteyên DAIŞ'ê di pêşengitiya Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk  (NLRS) bi tevlîbûna bi dehan Akademisyan, lêkolînvan, rewşenbîr, siyasetmedar ji dewletên Navnetewî û Rojhilata Navîn,li hola Beylesan a navçeya Amûdê ya Kantona Qamişloyê, hatibû lidarxistin bi maseya dawî ya çareserî û pêşniyaran ji bo çareserkirina terora DAIŞ'ê, didome.
 
Moderatora Maseyê Dr: Fereh Sabir. Semînervan : Dr. Soro Rêdkro, Dr. Pîter Noman, Lêkolîner Pîter Nop, M. Çeleng Omer, Dr. Seleh Mohemed Nikbaxt, Dr. Sêvîn Seîd.  Xalên di maseyê de derketin pêş ev in: "Çareserkirina terora DAIŞ'ê ji hêla siyasî ve. Çareserkirina terora DAIŞ'ê ji hêla leşkerî û ewlekarî ve. Çareserkirina terora DAIŞ'ê ji hêla aborî û civakî ve. Çaereserkirina terora DAIŞ'ê ji hêla olî û çandî ve."
 
'Divê ev rastî bê dîtin'
 
Fereh Sebir, Dr. Soro Rêdkro, Dr. Pîter Noman, Pîter Nop, M.Çeleng Omer, Dr. Seleh Mohemed û Dr. Sevîn Seîd di dest pê kê de silavên xwe ji şervanên ku canê xwe feda kirin ji bo terorê tune bikin di heman demê de têkoşîna jinan ji bo mafê wan silav kirin û gotin: "Tirkiyê çawa DAIŞ ava kir, me bi çavê xwe dît çawa Tirkiyê çekdarên DAIŞ'ê derbasî axa Rojava kir, me dizanî Tirkiyê li Kobanê alîkariya DAIŞ dikir û dema kesekî dixwest vê rastiyê derxînin êrîşî wan dikir. DAIŞ ji hêla Tirkiyê û rêjîma Erdogan hatiye pêşwazî kirin, Hikûmeta Tikriyê bi hemû awayan alîkariya DAIŞ'ê kir ku derbasî Rojava bibe. Tirkiyê li Bakurê Kurdistanê mafê 20 milyon kurd binpê kiriye. Kiryar û dîroka Tirkiyê reş e li himber Kurdan li her çar parçeyên Kurdistanê. Tirkiyê Efrîn dagir kir û bargehê xwe li Hewlêrê ava kir her wiha êrîşî Qendîlê kir. Pilansaziyê Erdogan beramberî kurdan diyar e. Şervanên YPJ/YPG'  û PKK'ê Gelê Şengalê rizgar kirin û ev yek her kes dizane  ku wan ji komkujiya xelas kirin. Divê ev rastî bê dîtin."
 
'Dagirkirina Efrînê berdewamiya pilanên Tirkiyê yên li ser kurda ne' 
 
Berdewamiya kiryarên Tirkiyê li ser Rojava dagirkeriya Tirkiyê ji Efrînê re ku bi komên Çeteyên ji aliyê Tirkiyê hatine bi rêxistin kirin. Kurd tirsekê ji Erdogan re çêdikin, çekên DAIŞ û komên çeteyan ji Tirkiyê derbasî Sûriyê dibin. Tirkiyê alîkariya DAIŞ'ê kir ku petrolê bifroşe. Belgeyên rast ên piştgiriya DAIŞ ji çeteyên DAIŞ'ê re hene û bi sedan şahidên zindî jî hene. Hikûmeta Tirk gelek destdirêjî kurdan kirin û di asta herî hovane îşkence li mirovan kirin. Gelek çeteyên DAIŞ'ê jî li nexweşxaniyên Tirkiyeyê derman bûn. Efrîn niha êşek mezin dikşîne gelê li wir bi hovîtiyê re rû bi rû dimînin, çeteyên Tirk li wir dixwaze sîstema perwerdê û her wekî din biguhere. Divê bi hevpeymana navdewletî balafiran qedexe bike li ser Efrînê ji bo hêzên Parastinê YPJ/YPG'ê axa wê rizgar bikin, ji ber ev berdewamiya pilanên Tirk li ser Rojava ye.
 
'Mafê her gelekî ye parastina rewa bike'
 
Mafekî  rewa ye ku gelê li ser vê axê parastina xw bike, rê li pêşiya terorê bigire û xwe biparêze. Piştî tunebûna DAIŞ'ê her bajarek Meclîsa xwe ya leşkerî ava dike, ji bo ku her netewek parastina xwe bike. Bi armanca rêgirtina vegera Terorê û tunekirina şaneyên razayî  yê çeteyên DAIŞ'ê dibê tiştê DAIŞ xwe li ser dispêre û çavkaniyên wê yên ne exlaqî û mirovahî were tunekirin. Ji bo xurtkirina aramiya herêmên rizgar kirî pêwîstî bi plansaziyek aborî heye, bi taybet projeyên jin, her wiha misoger kirina pilanên Rêveberiya Xweser li herêmê, Ji bo gelê penaber vegere axa xwe derfet xurtkirina aborî pêwîst e. Divê civaka navdewletî piştgiriyek xurt bide Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji ber ew çareseriya herêmê ye.
 
Zerarek mezin gelê herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê ji çeteyên DAIŞ'ê kişand, di aliyê derûnî, ji ber herêmên ku DAIŞ'ê dest danî bi hemû hovîtiya xwe gel işkence kir, bê goman êrîşa DAIŞ'ê di serî de li ser çanda gelê li herêmê bû. Divê ku Çeteyên DAIŞ'ê li Bakur  û Rojhilatê Sûriyeyê werin darizandin, ji ber vî gelî êş ji terorê kişand."
 
Mase bi nîqaşan û pêşnyaran didome. Tê zanîn wê derbarê Encama Komcivînê ya sê rojan û pêşnyar û biryarên werin girtin daxuyaniya Çapemeniyê  herî dawî , were dayîn.