Evîn Cûma:Bila ev komcivîn bibe bersiva çareseriya pirsgirêka DAÎŞ'ê
- 16:53 8 Tîrmeh 2019
- Rojane
Roj Hozan / Rojda Seydxan
QAMIŞLO - Endama Rêveberiya Komeleya Mafê Mirovan a Herêma Cizîrê Evîn Cûma di derbarê beşdarbûna xwe ya komcivîna navnetewî ji bo darizandina DAIŞ'ê got:"Bi rêya komcivîna xwe em dixwazin bigihêjin rêbazên edaletî yên darizandina DAIŞ'ê. Hêviyên me ev komcivîn bibe destpêka çareseriya pirsgirêka terora DAIŞ'ê."
Di komcivîna navneteweyî ya ji bo darizandina çeteyên DAIŞ'ê ku li navçeya Amûdê a Kantona Qamişloyê tê lidarxistin ji bo gihaştina encamekê ya ji çareserkirina pirsgirêka dagirkirina çeteyên DAIŞ'ê, nîqaş didomin. Endama Rêveberiya Komeleya Mafê Mirovan a Herêma Cizîrê Evîn Cûma got a ku beşdarî komcivînê bû got: "Kesên ku ziyan ji çeteyên DAIŞ'ê dîtine mirovên mafdar in, divê ceza ji sûcdaran were xwestin."
'Di rêya komcivîna xwe de em dixwazin bigihêjin rêbazên edaletî yên darizandina DAIŞ'ê'
Evîn di derbarê vê komcivînê de wiha nirxandinên xwe kir:"Îro roja sêyemîn a vê komcivînê ye, ji bo danasîna mijarên bandora terora DAIŞ'ê ji cîhanê re, hîn bêtir di nav de jî nirxandinên delegeyên li ser rêbazên darizandina DAIŞ'ê kombûneke wisa pir girîng bû. Ji xwe cûdabûna vê komcivînê jî ew bû ku bi belge û şahidên zindî yên ku êşa DAIŞ'ê kişandine rastiya vê terorê hat teşhîrkirin. DAIŞ pir alozî bi xwe re anîn ji tundiya li ser jin, fetisandina aboriya herêmê,çewsandina çanda gelan û kuştina mirovên bê sûc. Ji bo wê jî em dixwazin di rêya komcivîna xwe de bigihêjin encamên rast û rêbazên edaletî yên darizandina van çeteyan."
'Kesên ku ji tundiya DAIŞ'ê êş kişandina mirovên mafdar in'
Di berdewamiya axaftina xwe de Evîn da zanîn ku divê dewletên navnetewî bersiva darizandina çeteyan bi rengekî resmî bide û wiha axaftina xwe domand: "Bi hezaran çeteyên DAIŞ'ê û malbatên wan di zindanên Rêveberiya Xwser de hene. Ev yek jî xeteriyeke pir mezin dide nîşandan, hem ji bo herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê hem ji bo tevahî cîhanê. Ji xwe mijara biryarên resmî yên dewletên navnetewî ji bo darizandina van çeteyan girêdayî berjewendiyên wan ê siyasî ne. Gelek mijar hene divê werin çareserikirin wekî mijara tehdîdên Tirkiyê li ser herêmên me, mijara dagirkeriya Efrinê û koçkirina gelê wê ev hemû divê dewletên navnetewî bersive çareseriya wê bidin. Kesên ku ji tundiya DAIŞ'ê êş kişandine mirovên mafdar in divê hesab ji sûcdaran were xwestin."
'Divê di despêkê de jin terora DAIŞ'ê darizînin'
Evîn wiha dawî li axaftina xwe anî: "Di nava ewqas şer de yên herî zerar ji çeteyên DAIŞ'ê dîtine jin bûn. Gelek tiştên ku DAIŞ'ê li ser jin didan meşandin di zagonên navnetewî de bi hezarê salan hatibûn qedexekirin wekî kirîn û firotina jinan yan jî leşkerkirina zarokan, ev yek metirsiyê li ser jinên tevahî cîhanê dide çekirin. Ji bo wê jî bazarek li ser jin hat meşandin divê di destpêkê de jin terora DAIŞ'ê darizînin. Hêviyên me ev komcivîn bibe destpêka çareseriya pirsgirêka terora DAIŞ'ê. Bila ev komcivîn bibe bersiva çareseriya pirsigrêka DAÎŞ'ê."