Ji bo kampa zarokan plansaziyên bi rengîn

  • 15:44 8 Tîrmeh 2019
  • Rojane
AMED - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji bo zarokan Kampa Havînê organîze kir. Ronda Bad, da zanîn ku ji bo zarokan plansaziyeke bi rengîn hat amadekirin. 
 
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di bin banê Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwan û Sporê de Kampa Havînê ya Zarokan li dar dixe. Kamp, li Gezîna bi ser Madena Xarpêtê dest  pê kir. Kamp 8 hefteyan didome û her kom, 5 rojan li kampê dimîne. Bi minasebeta bêhnvedana havînê ji bo zarokan bernameyên cuda û projeyên cuda hatin amadekirin. Ji bo zarokan dê bernameyên wekî goka masê, fûtbol, basketbol, voleybol, melevanî, kişik, karete, teknolojî, lîstîkên zanîstî, nivîskarî, xwendina bilez, çalakiyên gerê û her wiha çalakiyên çand û hunerê jî de di kampa havînê de bên lidarxistin. 
 
'Plansaziyeke bi coş hat amadekirin'
 
Endama Meclîsa Şaredariya Mezin û hevseroka Qada Ciwanan Ronda Bad, li ser xebat û amedekariyan a ji bo zarokan tê kirin kir. Ronda, da zanîn ku ji bo zarokan bêhndaneke bi coş hat plansazkirin. Ronda, di axaftina xwe de bal kişand ser projeya kampa havînê û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Ev proje ne yên nû ne. Beriya qayuman ev projê pratîzekirin."
 
'Li hemberî kursan eleqe zede ne'
 
Ronda, qala kursên havînê kir û da zanîn ku divê sererastkirinên giştî bên kirin û wiha got: "Ji bo dest pê kirina kursên havînê ji pêwîstî bi sererastkirina qadên sporê hebû û ji ber ku di rewşeke gelek xirab de bûn. Daxwazên dest pê kirina van kursan ji aliye malbat û zarokan ve pir bûn. Li gorî plansaziyê eleqedarî zêdetir bûn. Me ji bo qada sporê bi qasî 300 kes plan kiribû lê bi qasî 700 kesî serî li me dan. Ev gelek girîng e."
 
'Me coşa zarokan di mîhrîcanê de dît'a
 
Ronda, diyar kir ku gelek zaroka di betlaneya havînê de li malê dimînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Gelek zarok dema li malê bin serî li rêyên cûda bidin. Li dijî vê divê ji bo zarokan bernameyên cuda bên lidarxistin. Zarok dê di kampa havînê de di nav têkiliyên xurt de bin. Em di mîhrîcana zarokan de bûn şahidê coşa zarokan. Bernameyên me yên bi vî rengî dê bidomin."