Birîna daran a ODTU'yê dest pê kir
- 13:50 8 Tîrmeh 2019
- Rojane
ENQERE - Polîsan bi ser çalakiya xwendekarên Zanîngeha Rojhilata Navîn a Teknîkê (ODTU) yên 55 roj in li dijî talankirina daristanê û avakirina yûrda KYK'ê di nobetê de ne de girt.Piştre birîna daran a ODTU'yê dest pê kir.
Xwendekarên Zanîngeha Rojhilata Navîn a Teknîkê (ODTU), bi navê Înîsiyatifa Kavaklik 55 roj in li dijî talankirina daristanê û avakirina Yurda Saziya Yurdên Krêdî (KYK) çalakiya nobetê li dar dixin. Xwendekaran li qada daristanê ku ji bo KYK'ê 49 salan krê kirine çadir vekirine û nobetê digirin. Polîsan bi ser çadirên xwendekaran de girtin û xwendekar dorpêç kirin. Polîsan zor li xwendekaran kirin ku çadirên xwe rakin. Lê xwendekaran dîsa çadiren xwe ranekirin.
Piştî serdegirtina polîsan parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Îzmirê Murat Çepnî li gel akademîsyenên Zanîngeha ODTU xwestin xwendekaran ziyaret bikin. Lê polîsan parlamenter û akademîsyen asteng kirin û destûr nedan ku biçin xwendekaran ziyaret bikin. Xwendekar û akademîsyenên li qadê jî li diji vê yekê dirûşmeya “Rektor îstîfa bike" berz kirin.