Flameyên reş û mor li kolanên Amedê hatin daliqandin

  • 13:10 8 Tîrmeh 2019
  • Rojane
AMED - Li Amedê îro gelek jin rengê flamayên bi rengê reş û mor bi wesayît, şaneşîn û paceyên malê xwe girêdan û bal kişandin ser qetilkirina jinan. 
 
Jinên ku di bin banê Tora Têkoşîna li Dijî Şîdetê, li Amedê dixebitin ji bo balê bikişînin ser qetilkirina jinan îro li kolan û taxên Amedê flamayên bi rengê mor û reş daliqandin. Di vê çarçoveyê de Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) û Şaredariya Peyasê flamayên bi rengên mor, bi avahiyên xwe ve kirin. Li bajêr gelek jinan rengê reş û mor bi wesayît û şaneşîn û paceyên malên xwe ve kirin û bi vê yekê bal kişandin ser qetilkirina jinan. 
 
Jinan bi çalakiya xwe dibêjin ku şînê nagirin û serî radikin, li dijî qetilkirinê dê bi hev re têbikoşin. Her wiha jinan bi daliqandina flamayên bi rengê mor û reş da zanîn ku dê li hemberî qetilkirina jinê bêdeng nabin.