Hevseroka HDP'ê ya Alanyayê Safîye Dalgiç û du kesên din hatin binçavkirin

  • 13:05 8 Tîrmeh 2019
  • Rojane
ANTALYA - Hevseroka Rêxistina Navçeya HDP'ê ya Alanyayê Safiye Dalgiç û 2 rêveberên HDP'ê yên navçeyê di serdegirtina malan de hatin girtin. Hat ragihandin ku polisan dema serdegirtinê de çek kirine serê kesên li malan û gefa kuştinê li wan xwarine. 
 
Polisan di çarçoveya lêpirsîneke ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Alanyayê ve hatibû destpêkirin de li navçeya Alanya ya Antalyayê bi ser gelek malan de girtin. Di serdegirtinan de Hevseroka Rêxistina Navçeya HDP'ê ya Alanyayê Safiye Dalgiç, rêveberê HDP'ê yê navçeyê Abdûlhekîm Aktaş û rêveberê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yê Alanyayê Tefra Akçîn hatin binçavkirin. Di serdegirtina ku bi Poliên Tevgera Taybet û maşîneyên zirxî pêk hat de mal qul bi qul hatin lêgerînkirin û gelek amûrên dijîtal ên li malan hatin desteserkirin. Polisan di serdegirtina malê de çekan kirin kesên li malan û gefa kuştinê li wan xwarin. 
 
Hat ragihandin ku her sê kes jî bi hinceta ku bi armanca agahiyan bibin û bînin diçin Girtîgeha Tîpa L a Alanyayê bi girtiyan re hevdîtin pêk tînin, hatine binçavkirin. Malbata Safiye têkildarî binçavkirinê diyar kir ku polisan mala wan bi maşîneyên zirxî dorpêç kirine û dema ketina hundir de çekê kirine ser wan û gefa kuştinê li wan xwarine. 
 
Li aliyê din di çarçoveya heman lêpirsînê de rojek berê Mehmet Bûlût jî di serdegirtina malan de hatibû binçavkirin.