Bi şahiyekê xwendekarên Efrînê xelat girtin

  • 12:56 8 Tîrmeh 2019
  • Rojane
Hesna Muhemed
 
ŞEHBA - Xwendevanên Efrînê ku di ezmûnan de bi ser ketin bi şahiyekê xelat girtin.
 
Bi boneya xwendevanên ku di ezmûnan de di refa amadehiyê de bi ser ketin bi şahiyekê Çand û Hunerê ya navçeya Fafîn a Kantona Şehbayê xwendekar bi xelat kir. Di şahiyê de Gelê heremê, Mamosteyên (KPC-D), Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û Meclîsên Kantona Şehbayê amade bûn. Şahî bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî cangoriyên azadiyê dest pê kir. Paşê li ser navê Hevseroka(KPC-D) Berîvan Xelîl axivî û got: "Em ê bi rihê xwendekaran vegera Efrînê mîsoger bikin serkeftina mezin rizgarkirina Efrînê û azadiya Serok Apo ye."
 
15 xwendekarên ku bi ser ketine ji aliyê Hevseroka Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Şîraz Hemo, Hevseroka Kantona Şehbayê Wefa Hisên, Hevseroka(KPC-D) Berîvan Xelîl, Berdefka(KPC-D) Narîman Ibrahîm ve hat xelatkirin. Paşê ji aliyê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û Hevseroka Kantona Şehbayê wêneyên Şehîd Egîd û pakrewanên azadiyê diyarî  mamoste Narîman Ibrahîm û mamoste Berîvan Xelîl kirin.
 
Her wiha koma stranan a Kevana Zêrîn bi navê Şehîd Hêva û koma govendê ya Çand û Hunerê bi navê Çiyayên Kurmênc stran û govendên xwe pêşkêş kirin. Jinên ku li şahiyê amade bûn nêrînên xwe bi me re parve kirin û gotin: "Em bi xwendekarên xwe serbilind in, tevî zor û zehmetiyan gihaştin asta serkeftinê, bi rihê xwendekaran û keda mamosteyan wê vegera Efrînê mîsoger bibe."
 
'Xwendekar berxwedana xwe domandin û wê bidomînin'
 
Endama komîteya çalakiya Şêrîn Qeso li ser amadekirina şahiyê axivî û wiha got: "Li ser navê gelê Efrîn û Şehbayê ev pîrozbahiya hatiye amadekirin, ji bo diyariya xwendekarên ku bi ser ketine. Piştî salek ji berxwedanê û zor û zehmetiyê xwendekarên me berxwedana xwe di bin xaniyên hilweşî û çadiran de dewam kirine û  gihaştine asta serkeftinê û berxwedana wan wê bidome heya rizgarkirina Efrînê, gel jî xwest bi şahiyekê xwendekarên xwe xelat bikin."
 
'Serkeftina herî mezin rizgarkirina Efrînê ye'
 
Xwendekara  bi navê Anahîde Sedêq Berket ku li Şehbayê ya di beşa Wêjeyî de xelat girt wiha got: "Ez beşa wêjeyî dixwînim. Min asta yekem ji beşa wêjeyî li Şehbayê xwend. Ji bo ez vê kêfweşiyê parve bikim ez hatin şahiyê. Em jî serkefina xwe diyarî hemû pakrewanan dikin. Serkeftina me ya mezin jî ew ê rizgarkirina Efrînê be. Efrîn di dilê me de lê dide."
 
'Bi keda mamosteyan û xwendekaran wê vegera Efrînê mîsoger bibe'
 
Mamoste Rûken Ehmed jî hestên xwe yên li hember serkeftina xwendekaran anî ziman û got: "Tevî şert û mercên zehmet ku em tê re derbas bûne, serî me bi xwendekarên me bilind e. Encama keda salekê bi serkeftina xwendekaran hat  diyarkirin. Em bi hêvî ne xwendekarên me bi vê asta xwendina xwe bidomînin, bi keda mamoste û xwendekaran wê vegera Efrînê mîsoger bibe."