'Divê kesên sûcdar yên cihê xwe di nava DAIŞ'ê de girtine werin darizandin'
- 12:17 8 Tîrmeh 2019
- Rojane
QAMIŞLO - Di komcivîna navnetewî de ya ji bo darizandina çeteyên DAIŞ'ê hatiye pêşxistin di masaya Hiqûqî de ji bo darizandina DAIŞ'ê semînervanan gotin: "Divê kesên sûcdar yên cihê xwe di nava DAIŞ'ê de girtine bi awayekî lezgîn li ser xaka Bakûr û Rojhilatê Sûriyê werin darizandin."
Komcivîna Navnetewî "DAIŞ: Rehend, astengî û stratejiyên rûbirûbûnê" ji bo darizandina çeteyên DAIŞ'ê li navçeya Amûdê a Kantona Qamişloyê bi tevlîbûna bi dehan akademîsyen, rewşenbîr, siyasetmedar, lêkolînvan ji dewletên navnetewî û Rojhilata Navîn di roja sêyemîn de berdewam e. Di roja sêyemîn de masaya hiqûqî ya darizandina terora DAIŞ'ê girtin dest.
' Gelê Kurd mirovên herî guncav in ji pêşkêşkirina çareseriya aloziyan re'
M. Mehmûd Patel, M.Luqman Ibrahîm û M.Domînîk Enşospê beşdarî semînerê bûn û nirxandinên wan wiha bû:"Sûcên ku terorê kirine em binirxînin divê demê de giringiya xwe heye, ji ber cîhan bi tevahî di nava şerên terorê de ye. Li Başûrê Efrîkayê rêjîmeke tund hebû. Dadkirina ne ehlaqî li ser mirovan didan meşandin. Piştî dadkirinê parçebûn û binpêkirina civakê hat çêkirin. Tiştê ku di wê herêmê de çêbû di kongreya Efrîqî de tevgera azadiyê ji bo guhertina nêrînên deshilatdariyê hin çareserî pêşkêş kirin. Bê guman ev hemû bi rêya dayîna gelek qurbaniyan hat pêşxistin. Tevî hemû azaran jî bi rêzkirina van sûcan gengaze çawa ji bo van kesan wê were dayîn. Di aliyên zagonên tekoşînê de dewletên navnetewî dibînin ku Gelê Kurd mirovên herî guncav in ji pêşkêşkirina çareseriya aloziyan re."
'Di warê zagonî de divê rêxistineke demokratîk hebe'
"Pêvajoya seretayî a terorê di despêkê de li ser asta bişaftina vîna gelan derketiye, ev ê di mêjiyê me de her zindî bimîne. Tolhildan û nêrînên wê demê ne xwedî bandor bûn. Endamên berê yên hikûmetê zagonên ku xizmeta deshilatdariya wan bike didan meşandin û li dijî mirovan pêk dianîn û di mercên diyarkirî û sînordar de diman ev dadgeh ne diketin xizmeta civakê de. Di warê zagonî de divê rêxistineke demokratîk hebe. Bê guman di dîrokê de gelek mînak hene tecrûbeyên herî guncav ji bo pêkanîna demokrasiyê hene, ev xwestekek herî girîng e . Xala herî girîng divê em bigihêjin tişta ku em dixwazin di dadgehkirina DAIŞ' ê de, azadiya gelan di asta yekemîn de em bigirin dest.
'Divê kesên sûcdar bi rengekî lezgîn werin dadkirin'
Dil û wijdanê mirovahiyê hovîtiya DAIŞ'ê qebûl nake, ev rêxistinên radîkal xeteriyekê li ser tevahî gelan çêdikin. Sûcên li dijî mirovahiyê destdirêjî, koletiya zayindperestî û kuştina mirovan bendên herî hesas in. Terora DAIŞ 'ê bi zanebûn leşkerkirina zarokan, rûxandina şûnwaran û bazirganiya li ser gelan didan meşandin, ev hemû sûcên bê ehlaqî ne. Li Bakur û Rojilatê Sûriyê 20,000 hezar şehîd hene. Jinên DAIŞ'î ev binketin nepejirandin mêjiyê zarokên xwe hîn li ser fikrê reşiyê perwerde dikin, ev kes sûcdar in, sûcên wan hemû zagon û ehlaq derbaskirine. Divê kesên tewanbar werin dadgehkirin, dadgeheke rewa ji bo biryarên wê li gorî rêzikên navnetewî werin wergirtin."
Komcivîn niha didome.