Di komcivîna navneteweyî de terora DAÎŞ'ê hat nîqaşkirin

  • 09:19 8 Tîrmeh 2019
  • Rojane
QAMIŞLO - Komcivîna Navneteweyî ya bi navê "DAIŞ: Rehend, astengî û stratejiyên rûbirûbûnê, di roja duyemîn bi maseya jinê û terora DAIŞ'ê bi dawî bû.
 
Komcivîna Navneteweyî di roja duyemîn de bi maseya mijara jinê û terora DAIŞ'ê digire dest, ji aliyê moderatora Maseyê M. Lîna Berekat, Semînervan M. Bêrvan Mihmed û M. Zozan Sma ve hat dayîn. 
 
Di semînerê de wiha hat gotin:"Di têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê de em bûne şahidê nasnameyên cuda yên jinan. Jinên ku li bazaran hatin firotin, jinên ku hatin tecawizkirin, jinên ku bi darê zorê hatin zewicandin, jinên ku hatin qamçîkirin, recimkirin. Jinên ku tî û birçî bi zarokên hembêza xwe de ketin rê, bi tirs û bêçare li kampên penaberan li benda alikarî û xelasîye bûn. Dîsa em şahid bûn ku hinek jin jî di nav cilên reş de weke koleyên dilxwaz, şirîkên jêkirina serîyan û qirkirina jinan bûn. Ev jî “jinên DAÎŞ’î”  bûn.Nasnameya din a ku bi serkeftina berxwedana Kobanî li hemu dinê bandor kir Jinên şervan, bi heybet ên por dirêj û bi kefiyeyên koçerî,  tirsa dilê DAÎŞ’îyan bûn. Teroristên DAÎŞ’î difikirîyan ku “ger bi guleya jinan werin kuştin nikarin biçin bihuşte jî”. Di encamê de dema ku DAÎŞ binket, hembêzkirina jinên tekoşer û jinên bêçare modela nû ya rojhîlatanavîn ku jinan ava kir. Hat dîtin ku jin bi hêza xwe dikarin xwe rizgar bikin."
 
Piştî rizgarkirina Minbicê 
 
Em dixwazim bi vê tabloyê ve giredayî ji bo binketina mayînde ya DAÎŞ û hêzên mîna DAÎŞ de rêbazên têkoşîna jinê bînin ziman.  Yên mexdûr çawa bûn qehreman, yên bêçare çawa bûn çareserî, yên ku navên van bi mirinê re dihat wekhev kirin çawa bûn çavkaniya jiyanê. Em ê hewl bidin ku fikir, çalakî û saziyên ku ev rastî ava kirin bînin ziman.
 
Sedsala 21’emîn ferz dike ku em şoreşa jinê bidin pêş  
 
Li ser taybetmendiyên DAIŞ'ê gelek pênase dikare were pêşxistin. Lê li gorî nêrina me aliyê wî yê herî dîyarîker, ew pergalake li dijî jinê hatiye hunandin. Hişmendîya wan, zimanên ku bi kar tînin, çalakiyên wan delîlê vê rastiyê ne. Birêz Abdullah Ocalan hîn 25 sal beriya niha, sedsala 21’emîn weke “sedsala jinê” bi nav kiribû. Piştre di pirtukên xwe de ev mijar şênber kir, “Sedsala 21’emîn ferz dike ku em şoreşa jinê bidin pêş. Dirûşma ‘Yan jiyan yan hovitî’ vê şoreşê ferz dike. Hewceyiya Rojhilata Navîn bi şoreşa jinê ya duyemîn heye ” Mîna ku dijbertiya vê gotinê bikin, xwestin bi taybetî li ser Rojhilata Navîn û di esasê xwe de li ser hemû dinyayê deshilatdariyeke nûjen a mêrê serdest ava bikin. Dema ku em bi vê rastiyê re girêdayî bifikirin di navbera armancên şoreşa jinê û erîşên ku DAÎŞ pêk anîn de girêdanekê ferq bikin. 
 
Şoreşa jinê ya ku em qala wê dikin xwe li ser 5 xalan ava dike:
 
*Têkoşîna li dijî zayendperestiyê 
 
*Li hember çanda tecawizê, tekoşîneke nûjênkirina civaka exlaqî-polîtîk. 
 
*Redkirina bi armancên deshilatdarî û mêtingeriyê ve girêdayî, zarokanîn. Li hember vê avakirina çandeke nû ya zarok anîne. 
 
*Guhertineke demokratîk di sazîya  malbatê de.
 
*Pêşxistina di navbera jin û zilam de hevaltî û civakîbuyîneke nû ya ku xwe bispêre têkîlîyên zanistî û felsefî.
* Encama tekoşîne jinan li hember DAÎŞ'ê.
 
Li hember DAIŞ'ê dema ku dewlet û artêşên din teslîm bûn û revîyan, ev hêza berxwedanê çawa derket? Li hember vê hêza tarî ya ku jinan bi taybet ji xwe re hedef digire, jin çawa fermandarî û şervantiya vî şerî kirin? Bersiva van pirsan di îrade, rexistinbûyîn û pergala parastinê ya ku tevgera jinên azad a Kurdistanê da avakirin. 
 
Di binkeftina mayînde ya DAÎŞ’ê de di aliyê hişmendî de xalên ku esas werin girtin, em dikarin wiha rêz bikin: 
 
*Tekoşîneke li dijî pênaseya ku jin weke namûsa mêr tê dîtin. Li ser girêdana jin û jiyanê pênaseyek nû li ser nasnameya jintiyê divê bê çêkirin.
 
*Tevlîbûna kêm a jinan a siyasetê, di pevajoyên biryaran de cih negirtina jinan dibe sedem ku encamên siyasetên mêr yê şaş û xirab, jin êşa wan bikşînîn. Tevlîbûna jinan a ji siyasetê re, ne weke şexs weke temsila rexistinbûyîna jinan pewist e.
 
Maseya bi nîqaşên ser jin û têkoşîna wê bi dawî bû.