Esnafên jin ên Amedê: Ji ber buhabûnê em deyndar in
- 09:09 8 Tîrmeh 2019
- Rojane
AMED - Jinên ku li Bazara Jinê ya Jiyanê esnaftiyê dikin, li hemberî krîza aborî bi bertekin û diyar kirin ku ji bo parastina cihê xwe ya di nav pazarê de di nav têkoşînê de bûn û niha jî li dijî krîza aborî li ber xwe didin. Jinan wiha got: "Ji ber buhabûnê em deyndarin. Em tenê dikarin debara xwe ya rojane bikin. Êdî derfeta tu kesî nemaye ku tiştek bistîne. Divê bi lezgînî krîza aborî bê çareserkirin.”
Li Tirkiyê krîza aborî her ku diçe kûrtir dibe. Li dijî krîza aborî heta îro tiştekî ber birçav nehatiye kirin. Li gel vê bûhayê çay, şekir, motorîn, ceryan û gaza xwezayî piştî hilbijartina Şaredariya Mezin a Stenbolê ya 23'ê hezîranê hat zêdekirin. Welatî li hemberî bûhabûnê bi gazincin û bertekên xwe tînin ziman. Li Amedê jî esnafên jin li hemberî buhabûnê bi bertekin. Jinên ku li Bazara Jinê ya Jiyanê ya Rêzana Amedê esnaftiyê dikin demek dirêj bû li dijî mêrên ku dixwastin cihê wan xesp bikin têdikoşiyan niha jî li dijî krîza aborî dixwazin li ser piyê xwe bimînin. Esnafên jin der barê krîza aborî û xespkirina mafê xwe de ji ajansa me re axivîn.
‘Ji mêran re erzan ji me re buha difiroşin’
Sultan Kaya ya ku 2 sal in esnaftiyê dike bal kişand ser zehmetiya karê û wiha got: “Karê me karekî ne hêsan e lê belê ji ber ku em jin wî karî dikin bêhtir giran e. Dema em diçin tomerîfiroşan bi buhayeke zêde tiştan didin me. Dema esnafên mêr biçin heman tomerîfiroş bûhayê tiştan kêm dikin û erzantir didin. Ev qûrnaziyeke mezin e. Lê belê tenê ev tişt nîne, dema em poşeta distînin an jî ji bo tiştên xwe bînin maşîneyan digirin em bi heman tiştî re rû bi rû dîmin. Her tişt ji mêran re erzan ji me jinan re buha difiroşin.'
‘Li şûna qereqolan bila kargehan çêkin'
Sultan di axaftina xwe de tenê qala zehmetiyên ku mêr derdixin nekir, qala krîza aboriyê jî kir û wiha nêrînên xwe anî ziman: "Krîza aborî pişta me şikand. Em êdî deyndar derdikevin ji vir. Her wiha niha gelek kes betal e. Bi taybetî ciwanên me li kolanan dimînin û serî li rêyên xerab didin. Ger ji bo ciwanan kar bê dayîn, wê ji pere zêdetir fayde bigihejê civakê. Her wiha ciwanên ku zanîng qedandine jî betal hatin hiştin, ev yek bi zanebûn tê kirin. Amed bajarek mezin e û pir xweşe lê bi qasî ku bibêjin bê xwediye û mirovên wê jî di heman astê de bêqedir dimînin. Li şûna çêkirina qereqolan divê kargeh bên çêkirin. Pereyê ji me digirin didin bi çekan."
‘Karê me gelek zehmet e'
Sevgî Kaya ku zarokekî wê di şer de jiyana xwe ji dest daye û du lawên wê jî girtî ne, ji bo debara mala xwe li bazarê estaftiyê dike û der barê karê xwe de wiha axivî: "Wekî jin xebata li vir hêzeke mezin dixwaze. Mêran dixwest ku bazara me ji me bistînin. Gelek hewldanên mêran çêbûn, lê daxwaza van têk çû. Lê piştre dema em diçin ji tomerîfiroşan tiştên ku em distinînin gelek buha didin me."
‘Heta xîrab nebe baş jî nabe’
Sevgî qala krîza aborî kir û wiha got: "Ez ji krîza aborî bawer nînim. Raste ku krîz tenê li mirovên xizan xistiye lê divê em vê yekê bipirsin gelo çima krîz heye? Pereyên me tev di şer de tê xerçkirin. Li şûna ku li Suriyê re tang û top dişînin, dikarin bi vî pereyî krîza aborî ji holê rakin. Di rabûna maşîneyeke şer de çiqas pere tê xerckirin em di ferqê de ne gelo? Bi hînceta pirsgirêka bekayê ew ê mirovên welat ji birçîna bikûjin. Heta xirap nebe baş ji nabe”
‘Em buha distinin û buha difroşin'
Guzel Demîr a ku di Bazara Jinê ya Jiyanê de esnaftiyê dike bal kişand ser rewşa xwe û wiha nêrînên xwe anîn ziman: "Li malê tu kes naxebite. Temenê hevjînê min mezin e û nikare bixwebite. Her wiha ji ber pîşeya zarokên min nine nikarin li cihekî kar bikin. Bi hatina krîza aborî re jî dîtina kar gelek zehmet bû. Krîza aboriyê pişta me şikand. Dema em tişt distinin em buha distînin û em neçarin ku buha bidin. Ev tişt jî dibe sedema nefirotinê."
‘Tenê debara rojane dikim'
Gîzem Guzelsoy a ku 15 salî ye û li bazarê esnaftiyê dike wiha axivî: "Ji ber ku karê ez bikim nîne ez li bazarê dixebitim. Ev karê ku dikim feydeyê nade min. Ji ber buhabûnê ez niha deyndarim. Em niha tenê dikarin debara rojane bikin. Êdî derfeta tu kesî nemaye ku tiştek bistîne. Divê bi lezgînî krîza aborî bê çareserkirin.”
‘Kes dengê me nabihîze’
Zeynep Yildiz jî wekî jinên ku nêrînên xwe ji ajansa me re parvekirin qala krîza aborî kir û wiha got: "Em nikarin tiştek bibin mala xwe. Her tim cizdana me vala ye. Em tên bazarê lê em jî wekî kesên din bi poşetên vala vedigerin malên xwe. Em tev dibêjin em ê van gazincên xwe ji kere bibêjin? Kes dengê me nabihîze. Lê ger ku em hemû bi hev re nêrazîbûna xwe bilêv bikin bawer im ku wê çareseriyek pêk bê."