Bêrîvan Îsmayîl: Bi perwerdeyê dê rê li ber şîdetê bigirin
- 09:04 8 Tîrmeh 2019
- Rojane
Ronîda Hacî - Sorgul Şêxo
HESEKÊ – Endama Komîteya Perwerdê ya Kongreya Star a Kantona Hesekê Bêrîvan Îsmayîl, 2 jinên ku li Hesekê hatin qetilkirin şermezar kir û diyar kir ku dema jin li dijî pîvanên civakî derdikevin tên qetilkirin û divê bi perwerdê rê li ber qetilkirin û şîdetê bê girtin.
Di demên herî dawî de 2 jin li Hesekê hatin qetîlkirin. Jina bi navê Hiyam Berazî (43) li taxa Neşwayê di meha Remezanê de hat revandin û li ser rêya Çiyayê Kezwanê hat qetîlkirin. Jinek din a ku navê wê nehat zanîn li taxa Giwêranê hat qetilkirin. Der barê vê mijarê Endama Komîteya Perwerdê ya Kongreya Star a Kantona Hesekê Bêrîvan Îsmayîl axivî û bal kişand ser çareseriyê û destnîşan kir ku dê li dijî qetilkirina jinê dê dewreyên perwerdê bidin dest pê kirin.
'Li dijî şîdetê perwerde hewce ye'
Bêrîvan, bal kişand ser qetilkirina jinên ereb û diyar kir ku zîhniyeta civaka ereb zîhniyete ke girtiye û wiha dom kir: "Zîhniyeta ereban zîhniyete ke girtî ye. Bi ol û kevneşopiyên civakê jin ji mafê xwe tên dûrxistin. Di nav civaka ereban de herî zêde zewaca di temenê biçûk û qetilkirina jinê li pêş e. Me xwest em bi serokên eşîrên Ereban re civînek çêkin. Her wiha em dixwazin di vê mijarê de li ser pergala Netewa Demokartîk ku bingeha jiyana azadiya wekhev perwerde bidin dest pê kirin û rê li ber şîdetê bigirin."
'Dema jin ji pîvanan dûr dikeve tê qetilkirin'
Bêrîvanê da zanîn ku heke pergala jiyana azad a hevpar di nav civakê de bê rûniştandin dê rê li ber pirsgirêkên civakî bigire. Bêrîvan wiha dirêjî da axaftina xwe: "Pêwistiya me bi guhertina civaka me heye û bi taybet naskirina Islama Demokartîk. Ji ber ku civaka me bi hezar sal in li ser zîhniyeta baviksalarî ku tenê yek rengî qebûl dike hatiye perwerdekirin. Ew zîhniyet jî, bi rêya ol, kevneşopî û namûsê jinê tengav dike. Dema jin çavê xwe li dinê vedike civak hin zagonê xwe lê ferz dike. Li gorî pîvanên civakê tevdigire û ger jin ji van pîvanan dûr biçe tê qetilkirin. Ji bo wê jî pêwistiya me bi bilindkirina asta têkoşînê heye."
'Dewreyên perwerdê bidin dest pê kirin'
Bêrîvanê di dawiya axaftina xwe de got: "Hevsengiya di navbera jin û mêran de hevjiyanek azad avadike. Ji bo wê jî di vê meha pêşiya me de em wekî Komîteya Perwerdê a Kongreya Star dewreyên perwerdê bi tevlîbûna jin û mêran bidin dest pê kirin."