Hevseroka Heyva Sor a Şehbayê Mecdolîn Zêno: Daxwazên alîkariya dermanan bê bersiv man

  • 09:01 8 Tîrmeh 2019
  • Rojane
Tolîn Muhemed
 
ŞEHBA- Hevseroka Navenda Heyva Sor a Kampa Serdem a Şehbayê Mecdolîn Zêno li ser şert û mercên xwebatên xwe rawestiyan û got ku li gorî derfetên kêm di salek û nîv de  nêzî 7 navendên xwe li Şehbayê vekirine û lê ji ber deman kêmin nikarin zarokan tedawî bikin.
 
Heyva Sor a Kurdistanê ya şaxa Kantona Efrînê li Şehbayê bi gel re karê xwe didomînin û li gorî derfetên kêm alîkariyê didin gel. Nêzî 7 navendên Heyva Sor li hemû Navçeyên Şehbayê hatine avakirin. Têkildarî vê mijarê Hevseroka Navenda Heyva Sor a Kampa Serdem Mecdolîn Zêno nêrîna xwe parve kir.
 
Mecdolîn balkişand ser berxwedaniya wan a di nava kantona Şehbayê de û wiha pê da çû: "Li gorî derfetên kêm di salek û nîv de me nêzî 7 navendên xwe li Şehbayê vekir ji bo xizmeta civaka xwe û alîkariyên tendirustiyê bidin gel. Di demsala zivistanê de rewşa kampan cuda bû û nexweşî belav dibû, ji ber derman kêm bûn pir zarok jiyana xwe ji dest didan."
 
'Daxwaza alîkariyê bê bersiv man'
 
Mecdolîn, di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku li gel derfetên wan kêm be jî dîsa alîkariyê didin û wiha domand: "Li seranserî Şehbayê em mirovên nexweş derman dikin. Demsala havînê ji demsala zivistanê zehmetir e. Her roj nezî 45 zarok ji ber gehmahiyê nexweş dikevin. Piranî nexweşiyên ku belav dibin wek zikçûyîn, dilrabûn û germahiyê bandor dibin. Her wiha em bang li hemû saziyên Navneteweyî dikin ku alîkariyekê bidin zarokan. Lê muxabin tu bersiv heta niha nehat dayîn."
 
'Divê em xwedî li zarokan derkevin"
 
Mecdolîn, da zanîn ku bang li jinên ku di saziya navnetewî de cihê xwe digirin dikin ku bila alîkar bin û wiha got: "Weke xebatkarên Heyva Sor em dîsa hewl didin berxwedaniya xwe bi gel re berdewam bikin. Ji ber ku di şert û mercên zehmet de derbas dibin û berxwedaniya xwe didomînin. Lê dîsa careke din banga me li hemû jinên ku cihên xwe di saziyên Navnetewî de girtine ku rewşa zarokên me dibînin, ji ber ku zarok pêşerojên civakê ne divê em alîkarî bidin wan."
 
'Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin"
 
Di dawiya axaftina xwe de Mecdolîn bal kişand ser berxwedaniya gelê Efrînê û wiha got: "Derfetên li gel me kêmin ji ber ku hejmara kampan nêzî 1000 kamp heye, lê ne nexweşî û ne jî şert û mercên zehmet bandorekê li ser berxwedaniya gel dike em jî heya dikarin em ê  morala wan bilind bikin û alîkariyên tendûrîstî bidin wan."