'Tenê Tevgera Jinan dikarî bersiv bide deshilatdariya hovîtiya DAÎŞ'ê'
- 18:49 7 Tîrmeh 2019
- Rojane
QAMIŞLO - Komcivîna Navneteweyî ji bo darizandina çeteyên DAIŞ'ê hat li darxistin îro mijarên wekî leşkerî, çandî, olî û civakî yên terora DAIŞ'ê hat nirxandin û wiha hat gotin: "Tundî û wehşeteke li ser jinê hat meşandin. DAIŞ çima jin dikirin kole? Yek ji sedemên vê yekê jî ew e ku mafê jin di jiyanê de tenê xizmeta zilaman bike. Lê îro tu kes nikare vîna jinan bide çewisandin."
Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk (NRLS) Komcivîna Navneteweyî ya li ser DAIŞ'ê ya bi navê "Rehend, Astengî û Stratejiyên Rûbirûbûnê" li dar xist, di roja duyemîn de li Salona Beylesan a navçeya Amûdê ya Qamişlo dewam dike. Ji 15 welatên navneteweyî û herêmê yên weke Emîrtiyên Erep ên Yekgirtî, Misir, Urdun, Erebîstana Sûudî, Iraq, Fransa, Kanada, Behriyan, Ewropa, DYA, Sûriye û Tirkiyeyê hwd. bi sedan akademîsyen, siyasetmedar û rojnameger beşdarî komcivînê bûn. Di rûniştina îro de li ser 4 mijarên cuda semîner hatin lidarxistin.
'Pêwîstiya DAIŞ'ê bi şeran hebû'
Di maseya yekemîn a roja duyem de Dr. Mihemed Ebdilqadir, Tolhildan Raman, Dr. Nîkolas Hêras. Dr. Zana Omer li ser leşkerî û ewlekarî yên terora DAIŞ'ê nêrînên xwe par vekirin. Bi giştî di maseya yekem de ev şîrove û nîqaş hatin kirin: "Stratejiya ku DAIŞ'ê li ser herêmê da meşandin ji aliyê ewlekarî de pir xerab bû. Em bînin bîra xwe kesên ku bi DAIŞ' ê re şerkirin di sala 2015'an de hovîtiya wan pir mezin bû. Li gorî DAIŞ'ê 100 hezar leşkêrên wan hebûn di derbarê salekê de zêdetirî 200 hezar leşkerên wan çêbûn. DAÎŞ ji bo leşkerên xwe zêde bike û herêmên stratejî fireh bike, çavkaniyên xwe li Sûriyê û Iraqê xurt dikir. Gurubên leşkerî girtin li gel xwe û bi rêya pereyan navendê xwe avakirin û rêxistina xwe yê ewlehî damezrandin. Pêwîstiya DAIŞ'ê bi şeran hebû, ji bo ku endamên xwe bitirsîna ji qetilkirinê û dijminên xwe li himber xwe bi hêz bike. Di hindirê civakê de ajanên wan hebûn, li Bakur u Rojhilatê Sûriyê jî xeta destdayîn û dagirkeriya xwe mayinde dikir. Hevpeymana navnetewî û hêzên QSD'ê ji bo binketina DAIŞ'ê gaveke dîrokî bû. DAIŞ bi çekên kêm dixwestin xilafeta xwe biparêzin û bi alavên di nava destê xwe de dijminên xwe zordar bikin. Rêxistina wan pir herêm girtin ber destê xwe, DAIŞ'ê mirov kirin mertalên zindî, pir çek ji Iraq, Sûriyê û Tirkiyê girtin li dijî hevpeymana navnetewî û hêzên QSD'ê şer kir û heye niha şaneyên wê hene.
DAIŞ'ê Mûsil kiribû cihê firotina jinan. Kuştinan bi awayekî hovana dikir. DAIŞ'ê zagonên şeran derbaskirin. Rêbazên DAIŞ' ê pir bi wehşî bûn. DAIŞ sîstema kolekirina vejîna jin bû ev rêbaz metirsiyek bi xwe re anî. Li gorî rewşa Tirkiyê jî, Tirkiyê pêwîstiya wê bi artêşekê hebû, ji bo wê Tirkiyê DAIŞ ji xwe re kire hevalbend. Rola QSD'ê di têkbirina DAIŞ'ê xala herî girîng e. Di şerê hovanê de DAIŞ cîhan kiri bû metirsiyeke mezin. Tevgerên veguherandina rewşa li Sûriyê bi erkê xwe ranebûn barekî giran li ser singa gelê Sûriyê hebû. DAIŞ'ê ramanên tunderewtiyê bi kar tanîn tevger ber bi leşkertiyê ve diçûn, ber bi rêjîmeke bilindest ve dimeşiya. Li gorî vê yekê wek pêkhateyên Kurd me biryar da ku em herêma xwe biparêzin û nekevin di nava şerê mezhebî de. Pêwîstiyeke bi leşkeriya Kurdan hebû YPJ'ê hêza xwe yê xweser ava kir, ji bo em aloziya xwe çareser bikin û serî netewînin û Gelê Sûriyê bi parêzin."
'DAIŞ çima jin dikirin kole?'
Dr. Mensûr Şêxî, Dr. Êmî Holmêz û Tomas Garêt di maseya duyem de ji aliyên çandî û olî yên terora DAIŞ 'ê girt dest û wiha şîrove kirin: Xwezaya çanda DAIŞ'ê li ser qirkirina çanda gelan avabûye. Mirov di hindirê xwe de şerkere ev yek jî wê kesayetê dide diyarkirin. Jin di nêrîna terora DAIŞ'ê de ne mirove. Tundî û wehşeteke li ser jinê hat meşandin bi taybet ser jinên Ezîdî ku bûn qurbana êrîşên wan ew êrîş zîhniyeta mêrdestî dide diyarkirin. DAIŞ serfiraziya jinê şikand. Ji bi jin didan şerkirin. Çima DAIŞ'ê jin kole dikirin? Yek ji sedemên vê yekê jî ew e ku mafê jin di jiyanê de tenê xizmeta zilaman bike. Rola wê di jiyanê de tenê wiha be û mislimantiya şaş a DAIŞ'ê zilam serdest kir. Îro tevgera jin dikare bersiva bide desthilatdariyê ji bo vê jî êdî tu kes nikare vîna jinan bide çewisandin."
'Aboriya di bin kontrola terorê de krîzek li herêmê da çêkirin'
Di maseya sêyem de mijara aborî û civakî yên terora DAIŞ'ê ji hêla Dr. Ehmed Şewqî, Dr. Muhîb Salih û lêkolîner Ehmed Pelda ve wihna hat nirxandin: "Di baweriya me de karên civakî û aborî civakan li ser bingeheke rast avadike. Lê dema bi rengên şaş tên bikaranîn dibe krîza ku civakan dike di nava metirsiya birçîbûnê de. Karê aborî bandoriya xwe li ser civakan heye. Eger serkêşên biryarên aborî, aboriya rast bikarbînin wê demê aborî dikare siyasetê jî biguhere, helbet rewşa aborî biryareke xwe di qada siyasî de heye. Bandora DAIŞ' ê di aliyê aborî de krîzek bi xwe re anî, çeteyên DAIŞ'ê berhemên li Sûriyê kirin dibin kontrola xwe, gel ji berhemên axa wan mehrûm hêla, di aliyên çandinê de jî milkên gel talan kirin. Ji bo wê jî lotkeya ku DAIŞ di aliyê aborî de qezenc kir ji sala 2001'an heyanî 2017'an gihîşte 12 milyar dolarî. Dewleta islamî ednîgariya herêmê li gorî bercewendiyên xwe yê aborî dida guhertin dewletên ku bandor li wan hatin kirin Afxanistan, Efriqe û Iraq e. DAÎŞ dest danî li ser mewaridên xwezayî û şûnwarên dîrokî ji revandina petrolê heyanî derîbeyên ku li ser gelên herêmên didan ferzkirin. Ev dide diyarkirin ku aboriya di bin kontrola terorê de qirîzek li herêmê dabû çêkirin."