Jinên ku tevlî komcivînê bûn: Divê êşa wî gelî li ber çav bigirin
- 18:15 7 Tîrmeh 2019
- Rojane
Civîn Husên
QAMIŞLO - Jinên ku tevli komcivînê bûn da zanîn ku divê êşa gel bibînin û bûyerên ku pêk hatî baş guhdar bikin û baş nîqaş bikin û Fereh Sabîr û Lîna Bereke da zanîn ku jin bûn pêşengên têkoşînê û îro cîhan bi wan jinên kurd serbilind e.
Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk (NRLS) Komcivîna Navneteweyî ya li ser DAIŞ'ê ya bi navê "Rehend, Astengî û Stratejiyên Rûbirûbûnê" li dar xist, di roja duyemîn de li Salona Beylesan a navçeya Amûdê ya Qamişlo bi dawîna semîneran berdewam dike. Di rûniştina roja duyemîn a komcivînê de mijarên weke leşkerî û ewlekariyê ya DAIŞ'ê û rola sereke ya piştgirî dayîna dewleta Tirk a ji bo DAIŞ'iyan, hatin nîqaşkirin.
Ji Zanîngeha Bexdayê bijîşk Fereh Sabir û endama Koordînasyona Giştî ya Meclîsa Jin a Sûriyeyê Lîna Berekat tevlî komcivînê bûn. Jinan destnîşan kir ku tevlîbûna jinê ya komcivînê û parvekirina nêrînên jinê gelek girîng bû. Ferah û Lîna derbarê girîngiya komcivînê nêrînên xwe ji me re parvekirin.
'Jin pêşengên têkoşînê bûn'
Fereh di despêka axaftina xwe de bal kişand ser tevlîbûna xwe ya komcivînê û wiha dest pê kir: "Ev ne komcivîna yekemîn e ku ez li Rojava tevlî dibim. Berî 6 mehan li dijî dagirkeriya tirk a li ser Efrînê komcivînek hebû, ez tevlî bûm û ev komcivîn gelek serkeftî û bû. Ev Komcivîna duyem a navenda NLRS ku xebatekî pir aktîv û çalak dide meşandin. Ev komcivîn piştî têkbirina DAIŞ'ê di aliyê leşkerî de tê kirin. Lê belê tenê bi têkbirina çeteyan çanda hatî dayîn xelas nabê. Ev komcivîn bi taybet ji bo nîqaşkirina rewşa herêmê, piştî têkbirina leşkerî û her wiha li Sûriyeyê û Iraqê îro şûnde dê gavên çawa bên avetin girîng e. Bi taybetî li Rojava ji ber erkê herî giran di şerê çeteyan girt ser xwe."
Fereh bal kişand ser gavên ku bên avêtin û wiha got: "Ji holê rakirina bandora hovitiya DAIŞ'ê dê bi salan bidome. Ji holê rakirina DAIŞ'ê dê ji aliyê herêmî û cîhanê ve bê nîqaşkirin. Bê goman Yekîneyên Parastina Jin, pêşengê têkoşînê bûn. Cîhan bi giştî îro bi van jinên kurd serbilid e. Têkoşîna jina kurd nimuneya herî serkeftî dibîne."
'DAIŞ li tevahiya cîhanê bûye bela'
Lîna di axaftina xwe de qala ji holê rakirina DAIŞ'ê kir û wiha axivî: "Komcivîna navnetewî derbarê çeteyên DAIŞ'ê û terora wê ku îro ev teror bûye bela li tevahiya cîhanê, îro ewqas kes li dijî vê terorê disekinin li komcivînê kom bûn. Taybetmendiya vê komcivînê ku bi giştî derketina DAIŞ'ê û hovîtiya wê, her wiha sedemên tunekirina wê tehlîl dike. Di heman demê de gavên werin kirin ji bo rê li pêşiya komên çeteyên wek DAIŞ'ê were girtin."
'Divê êşa wî gelî li ber çav bigirin'
Lînayê diyar kir ku jin bi awayekî herî xurt tevli komcivînê bûn û wiha bilêv kir: "Tevlîbûn û nirxandinên jinê ya di komcivînê de li pêş bû. Hêviyê me heye ku her dem komcivînên bi vî awayî çêbin. Daxwaza me ev ê ku di demek nêz de çeteya DAIŞ'ê bê darizandin. Her wiha êşa vî gelî li ber çav bên girtin. Divê şahidên jin ên wan bûyerana baş bên guhdarkirin û bên nîqaş kirin. Bi taybetî jinên ku ji aliyê çeteyan bi tecawize re rû bi rû man û ducanî bûn, divê jî çareseriyek ji wan re were dîtin. Heke em pergeleke azad, demokratîk û wekhev li tevahî Sûriyeyê ava bikin û bi rêxistin bikin em êdî rastî êrîşên çeteyên wekî DAIŞ'ê neyîn."