Sendîkaya Rojanamegerên Tirkiyeyê dê derbarê SETA de serlêdana sûc bike
- 14:23 7 Tîrmeh 2019
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê têkildarî rapora Weqfa Lêkolînên Civakî, Aborî û Siyasî (SETA) ya "Dirêjahiya Saziyên Medya Ya Navneteweyî ya li Tirkiye" serlêdana sûc bike û got: "Em ê êdî di dadgehê de hev bibînin."
Weqfa Lêkolînên Civakî, Aborî û Siyasî (SETA) bi navê "Dirêjahiya Saziyên Medya Ya Navneteweyî ya li Tirkiyeyê" raporek weşand. Di raporê de nav û cîrokên xebatkarên BBC Tirkî, DW Tîrkî, Dengê Amerîkayê, Sputnîk Tirkiye, Euronews Tirkî, Independent Tirkî û CRI Tirk (Radyoya Navneteweyî ya Çînê) hatin parvekirin. Dîsa xebat û karê wan, parvekirinên wan ên li ser medyaya civakî parve kirine jî di raporê de hatin bicihkirin. Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS), diyar kir ku dê derbarê rapora Weqfa Lêkolînên Civakî, Aborî û Siyasî (SETA) ya "Dirêjahiya Saziyên Medya Ya Navneteweyî ya li Tirkiye" serlêdana sûc bikin.
TGS'ê di daxuyaniya li ser hesabê xwe yê Twîtterê kir de wiha got: "Em ê derbarê SETA de serlêdana sûc bikin. Em bi hempîşeyên xwe yên hatin tomarkirîkirin serlêdan bikin. Em ê êdî di dadgehê de hev bibînin."