'Jin li dijî DAÎŞ'ê pêşeng bûn, dê ji bo dadgehkirina wan jî pêşeng bin'
- 13:27 7 Tîrmeh 2019
- Rojane
Civîn Husên - Roj Hozan
QAMIŞLO - Esma Wecîh û Bêrîvan Yûnis, tevlî Komcivîna ji bo darizandina DAÎŞ'ê bûn û diyar kirin ku têkoşîna ku li vir tê dayîn li tu derê cîhanê nîne û wiha gotin: "Bê guman jin dê rola serekê di darizandina çeteyan de cih bigirin."
Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk (NRLS) Komcivîna Navneteweyî ya li ser DAIŞ'ê ya bi navê "Rehend, Astengî û Stratejiyên Rûbirûbûnê" li dar xist, di roja duyemîn de li Salona Beylesan a navçeya Amûdê ya Qamişlo dewam dike. Ji 15 welatên navneteweyî û herêmê yên weke Emîrtiyên Erep ên Yekgirtî, Misir, Urdun, Erebîstana Sûudî, Iraq, Fransa, Kanada, Behriyan, Ewropa, DYA, Sûriye û Tirkiyeyê hwd. bi sedan akademîsyen, siyasetmedar û rojnameger beşdarî komcivînê bûn. Di roniştina îro de dê li ser 4 mijarên cuda semîner bên dayîn. Rojnemevan, wênekêş û nivîskara serbixwe ya Mirsrî Esmaa Wecîh û Endama Navenda Jineolojî Bêrîvan Yûnis tevli komcivînê bûn û der barê komcivînê de nêrînên xwe ji me re par vekirin.
Esma Wecîh qala bandora têkoşîna jinên kurd kir û wiha got: "Min gelek rapor li ser şervanên jin di şerê li dijî DAIŞ'ê amade kirin. Bi taybetî li Şengal û Bakur û Rojhelatê Sûriyeyê. Ji ber rolekî jinan di şerê li dijî terorê de li herêman hebû. Ez tevlî komcivînê bûm, sedama hebûna me li vê komcivînê jî ew e ku em sedema derketina DAIŞ'ê û rakirina wan a ji kokê ve û her wiha darizandina wan e."
'Ji bo parastina axa xwe şer kirin'
Esamayê di axaftina xwe de balkişand li ser rola şervanên jin û wiha nêrînên xwe anî ziman: "Rola jinan di têkbirina DAIŞ'ê de gelek girîng e. Min xwest bi çîrokên jinên kurd ên li Sûrî û Iraqê bal bikişînim ser şerkirina jinê ya ji bo prastina axa xwe. Jina kurd bûn alîkarên jinên êzîdî, ereb û sûryaniyan, bawerî dan wan jinan ku êdî xwe biparêzin. DAIŞ dest danî ser herêmên wekî Reqa û Dêrezorê ji ber ku nerêxstinkirî bûn. Bi bandora têkoşîna jinên kurd jinên êzîdî û ereb û netewên din tevlî yekîneyan bûn. Jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkoşîneke cûda meşand. Her wiha di aliyê zagonên zewacê û wekheviya di navbera jin û mêran de jî bi ser ketin."
'Jin dê bi hev re xeta azadiyê bidomînin'
Rojnamevan Esma di dawiya axaftina xwe de got ku têkoşîna ku li vir tê dayîn li tu derê cîhanê nîne û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ez armanc dikim ku bi rapor û xebatên xwe bandorê li ser jinên Misrê û jinên Rojhilata Navîn bikim ku bila ev jî ji bo azadiyê, ji bo axa xwe wekî jinên kurd li dijî desthilatdariyê têbikoşin û bibin şervan. Bi taybetî di şeran de dayik bêtir êş dikişinin, bê guman dayik û jin dê rola serekê di darizandina çeteyan de bilîzin. Her wiha maf û têkoşîna ku li vir tê dayîn li tu cihên cîhanê nîne. Ez hêvî dikim ku tevahî jinên cîhanê bi vê têkoşînê bi bandor bin û bi hev re xeta azadiyê bidomînin."
Şoreşa Rojava bi şoreşa jinê tê nasîn
Bêrîvan Yûnis destnîşan kir ku di komcivînê de li ser komkujiya jinê jî nirxandin hatin kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di komcivînê de em li ser komkujiya jinê rawestiyan. Her wiha di heman demê de têkoşîna ber bi çav a jina azad jî di komcivînê de hat nîqaşkirin. Şoreşa Rojava ku bi şoreşa jinê tê naskirin, tê wateya çiqas jin xwe bi rêxistin kirine û têkoşîn dane meşandin. Komkujiyên derheqê jin û zarokan de çêbûn û dewletên ku pişta vê terorê digirtin, divê ev çete bên dadegeh kirin. Her tim me hewlda ku jin nebin qurbaniya şerê heyî. Her wiha wiha tenê jin hemberî hişmendiya DAIŞ'ê têkoşîn da. Ew jin îro ji bo me bûn sembol û em li ser soza wan têkoşîna xwe bidomîn û li ser esasê wê çeteyan dadgeh bikin."