'Rapora SETA'yê wekî daxwaznameya îxbarê ye'

  • 12:37 7 Tîrmeh 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Însiyatîfa Rojnamegerên Azad bi daxuyaniyeke nivîskî bal kişand ser rapora SETA'yê û diyar kir ku rapor wekî daxwaznameya îxbarê ye û divê rêxistinên çapemeniyê bêdeng nemînin. 
 
Weqfa Lêkolînên Civakî, Aborî û Siyasî (SETA) bi navê "Dirêjahiya Saziyên Medya Ya Navneteweyî ya li Tirkiyeyê" raporek weşand. Di raporê de nav û cîrokên xebatkarên BBC Tirkî, DW Tîrkî, Dengê Amerîkayê, Sputnîk Tirkiye, Euronews Tirkî, Independent Tirkî û CRI Tirk (Radyoya Navneteweyî ya Çînê) hatin parvekirin. Dîsa xebat û karê wan, parvekirinên wan ên li ser medyaya civakî parve kirine jî di raporê de hatin bicihkirin. Însiyatîfa Rojnamegerên Azad der barê raporê de daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku rojnamegerî ne sûc e û rojnameger ne bi tenê ne. 
 
Di daxuyaniya nivîskî de hat destnîşan kirin rapor tê wateya daxwaznameya îxbariyê û wiha hat gotin: "Li gorî me bi niyeteke ne baş hatiye weşandin û ev îxbar ji bo amadekirina îdîanameya dadgehê ye. Ev ne rapor e, ev hedef nîşandayîn e. Ev rapor bi zîhniyeta îstîxbaratê hatiye amadekirin. Em vê zîhniyetê şermezar dikin û bang li rêxistinên çapemenî û hempîşeyên xwe dikin li dijî êrîşên li hemberî azadiyê divê bêdeng nebin. 
 
Di dawiya daxuyaniya nivîskî de hat diyar kirin ku dê li pêy şopa heqîqetê bimeşin û rojnamegerî ne sûc e û rojnameger ne bi tenê ne.