Komcivîna ji bo darizandina DAÎŞ'ê di roja duyemîn de didome

  • 10:18 7 Tîrmeh 2019
  • Rojane
QAMIŞLO - Komcivîna Navnetewî ya bi navê "DAIŞ: Rehend, astengî û stratejiyên rûbirûbûnê", di roja duyem de didome.
 
Di pêşengiya Navenda Rojava ya Lêkolînên stratejîk (NLRS), Komcivîna Navnetewî ya bi navê "DAIŞ: Rehend, astengî û stratejiyên rûbirûbûnê", li hola Beylesan ya Navçeya Amûdê ya Kantona Qamişloyê di roja xwe yê duyem de didome. Bi dehan akademisiyan, rewşenbîr, siyasetmedar û lêkolînvan ji dewletên navnetewî û Rojhilata Navîn tevlî komcivînê bûn. Armanca Komcivînê ya sereke dadegehkirin û darizandina çeteyên DAIŞ'ê ye. 
 
Îro komcivîn de 4 mijar dê bên nîqaşkirin. Mijarên ku bên niqaşkirin wiha ye: 
 
Masaya yekmîn: Ev mase milê leşkerî û ewlekarî  yên terora DAIŞ'ê digire dest.
 
Maseya duyemîn : Ev mase milê çandî û olî yên terora DAIŞ'ê digire dest.
 
Maseya sêyemîn: Ev mase milê aborî û civakî yên terora DAIŞ'ê digire dest.
 
Maseya Çaremîn: Ev mase mijara jin û terora DAIŞ'ê digire dest.
 
Moderatora Maseyê: M. Lîna Berkat
 
Semînervan: M. Bêrvîna Mihmed Yûnis.
 
M. Zozan Sîma.