Jinên Amedî li dijî kuştina jinê çalakiya daliqandina flamayên reş û mor dikin

  • 09:07 7 Tîrmeh 2019
  • Rojane
AMED - Bi pêşengiya Komeleya Jinan a Rosayê di 8 tîrmehê de bi dirûşma "Jin Jiyane, Jiyanê ne Kuje" dê li kolanan flamayên bi rengên mor û reş bên daliqandin. Endama komeleyê Emîne Esmer, diyar kir ku li dijî qetilkirina jin û zarokan divê her kes tevlî çalakiyê bibe. 
 
Jinên ku di bin banê Tora Têkoşîna li Dijî Şîdetê, li Amedê dixebitin ji bo balê bikişînin ser qetilkirina jinan dê sibêhê li kolan û taxên Amedê flamayên bi rengê mor û reş daliqînin. Her wiha piştî çalakiyê jinan dê di saet 11.00'an de li avahiya Komeleya Jinan a Rosayê dê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Li Amedê di nav 2 mehên dawiyê de Muzeyyen Boylu, Merve Unal û Aygul Gunler hatibûn qetilkirin. Komeleya Jinan a Rosayê, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya bajarê Amedê, Baroya Amedê û Platforma Şaxên Sendîkaya Cemawerî a Kedkaran (KESK) biryara çalakiyên şermezarkirina qetilkirina jinê dan. 
 
Endama Komeleya Jinan a Rosa yê Emîne Esmer, bal kişand ser çalakiya ku dê sibêhê bê lidarxistin û wiha got: "Di nav mehekî de li Amedê 3 jin hatin qetilkirin. Ev pirsgirêka hemû civakî ye. Em ê dê bi dirûşma 'Jin Jiyane Jiyanê ne Kuje’ em ê serî hildin.  Em ê li kolan û taxan flamayên bi rengên mor û reş çalakiya xwe pêk bînin. Em şînê nagirin, em ê di di serhildanê de bin."
 
Emîneyê di axaftina xwe de ji bo tevlîbûneke xurt bang li jinan kir û wiha axivî: "Gelek sazî piştgirî da çalakiya me. Ev pirsgirêk ne tenê pirsgirêka jinê ye û pirsgirêka mirovatiyê ye. Em li benda hemû kesî ne ku bila tevlî çalakiya me ya sibêhê bibin."
 
Metna bangavaziya hevpar a jinê wiha ye: "Li dijî qetilkirina jin û zorakan em di çalakî, fikir û ramanê de bi hev re ne. Em şînê nagirin û em ê serî hildin. Em dixwazin bibin qêrîna, bê dengan. Li dijî qetilkirinê em ê bi hev re têbikoşin. Em ê sibêhê dakevin qadan û flamayên bi rengên reş û mor daliqînin. Em li hemberî qetilkirina jinê bêdeng nabin. Em bang li her kesî dikin tevlî çalakiya me bibin û li xanî, kargeh û wesayîtên xwe flamayên reş û mor daliqînin. Deng bidin dengê me û hêz bidin hêza me."